Ji bo raya giştî

Li çarçêweya amadekariyên Yekemîn Kongreya Neteweyî ya Kurd de, Sekreteriyeta Komîteya Amadekarê Kongreyê bi armanca gihandina zanyarî û agahdarkirina civakê, ji çawayiya birêveçûna amadekariyên kongreyê û heman demî de ji bo peywendî kirina Komîteya Amadekar û şandina her têbînî û rexne û pêşniyarekî pêwîst di vî warî de, “Nivîsîngeha Zanyarî û Peywendiyên Yekemîn Kongreya Neteweyî ya Kurd” vekir.

Amadekariyên Kongreyê li çarçêweya xebata van lîjneyan de birêve diçe: Lîjneya Prensîpên Hevbeş, Lîjneya Siyasî, Lîjneya Civaka Azad, Lîjneya Çand, Ziman, Huner û Rewşengerî, Lîjneya Aborî û Jîngehê, Lîjneya Mafê Parastina Rewa, Lîjneya Ragihandin û Lîjneya Modela Kongreyê.

Her dezgeh û sazî û kesayetiyên ku di derbarê van mijaran de û her tiştek di derbarê kongreyê de bixwazin zanyarî werbigrin, yan têbîniyên xwe bigihînin komîteya Amadekarê Kongreyê, raste rast dikarin peywendiyê bi vê navnîşan û telefona nivîsîngehê ya li xwarê ve bikin: 

Tel: 00964/ (0) 750 691 0199

E-Mail: [email protected]

Facebook: https://www.facebook.com/knk.peywendi?fref=ts

Nêrînek

  1. Berya hertişti ez vé péngava díroki li netewa Kurd píroz dikim.Ez hévídarim ku kongre bi sirúda ” Ey reqib”dest pé biké,ez hévídarim ku posteré híc keseki ku hín li jíyané de ye neyé berz kirin ,ku zimané kongré ya fermi Kurdi be , ku ji bili ala neteweyí híc alén dítir yén partiyan neyén daleqandin, ku típén latini di zimané kurdí de li her deri,ciheki béte bi karanin,ez hévídarim ,ku her biriyarek ji kongré derkevé bi dengdané u bi şéweyek demokratík béte pesinkirin ango qebúl kirin ,ku bandora híc olek di kongréde ne bé.Her serkefti bin,u destxweşi bu hemu xizmetkarén vé kongra píroz dikim.Bijí Kurd,bijí Kurdistan.

  2. Dirûşma Konra Netewî ew biwe.. “Di dilê her Kurdekî de, Kurdistaneke serbixwe heye” Mele Mistefa Berzanî.\nDiwê hemî bîryarên kongrê li ser vê nêrînê bên helanîn-danîn..

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: