Polîtîk

PYDê nehişt Lijneya Kongreya Neteweyî biçe Rojava

Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) nehişt Lijneya Kongreya Neteweyî ya Kurd derbasî nav axa Sûriyê bibe ku taybet bû bi derxistina rastiyan li Rojavayê Kurdistanê.

Divê derbarê de çavkaniyeke nêzîkê Lijneya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd ji Basnewsê re got: ‘’Îro Lijneya taybet a derxistina rastiyan li Rojavayê Kurdistanê xwest biçe nav axa Sûriyê, lê PYD rê nade û nahêle biçin Sûriyê.’’

Heman çavkanî wiha axifî: ‘’Ji saet 8’ê sibehê ve Lijneya Kongreya Neteweyî ya Kurd dixwaze derbasî Sûriyê bibe, lê belê PYD nahêle û heta niha jî li wir mane.’’

Ew lijneya han li ser pêşniyara Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hat pêkanîn û karê wê ew e biçe Rojavayê kurdistanê û lêkolînê bike ka derbarê gelê Kurd de komkujî hatiye kirin yan na.

Lijneya Derxistina Rastiya ji 8 kesan pêk tê û nûnerên her çar parçeyên Kurdistanê têde cîh digirin. Hevserokê PYD’ê Salih Muslim jî doh ragehandibû ku ew amade ne hevkariya wê lijneyê bikin, lê belê îro PYD’ê rê neda ku derbasî nav axa Sûriyê bibin.

Li gor hinek jêderan, PYD ji ber wê yekê naxwaze lijneya han biçe Rojava ji ber wan cihên ku dê lijne lêkolînan lê bike leşkerên rejîma Esed jî hê mane û PYD jî naxwaze evna bi awayekî eşkere ji raya giştî re bê ragehandin.

Back to top button