Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî çi ji Nurî Malikî re got

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê di hevpeyvîneke xwe de digel rojnameya Meda ku, îro beşek jê hatiye weşandin, hijmareke pirs û mijarên giring yên di rojeva siyasîya Îraqê de, têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, rêyên çareseriya kirîza siyasî û emniya Îraqê û pirsa pêşmerge û neft û gazê zelal dike.

Serdana Nurî Malikî serokwezîrê Îraqê bo Hewlêrê:

– Beşek ji pirsgirêkên Îraqê verêja sîstema siyasî ye li Îraqê, çimkî heta niha, ji roja rijmêma Sedam Hisên hatî jinavbirin, em di qonaxa guhestinê de ne. Guhertina sîstema siyasî bo federalîzmê bi xwe, ji bo hemûyan, karekî zehmet û nû ye, jibilî wan giriftariyên rîşalên dîrokî hene. Gelek zehmete di nava çend heftiyan de wisa bi hêsanî em bigehîjin çareseriyekê. Lê belê pêwîste hertim ew yek li bîra me be ku, eger di pirosesa danûstandinan de astengî û kelem ketin pêşiya me, hîngê çênabe em penayê bo şer bibin, ji ber vê yekê diyalog digel Bexdayê hertim di yek ji karên pêşîn û giringên hikûmeta herêma Kurdistanê ye.

Di vê çarçoveyê de, heyamek berê min serdana Bexdayê kir û bi dûr û dirêjî digel birêz Nurî Malikî serokwezîrê Îraq federal, bi tenê, civiyayîn û me behsa gelek pirsan kir, bi tyabetî pirsên hilawîstiyên navbera Bexda û Hewlêrê, û me her du aliyan xwesteke diyaloga niştimanî ji bona şikandina astengiyan hebû. Me hest bi wê yekê kir ku, mesele ne bi tenê diyaloga navbera komîteyên taybetmend e, lê destpêkek pêwîste bo şikandina wê girêka derunî (nefsî) di navbera serkirdeyên îraqî de hebû û min ew yek jî pêşniyar kir ku, birêz Malikî serdana Hewlêrê bike û min ji Malikî re got: We li Besre û Mûsilê civîna civta wezîrên Îraqê encam da, çima li herêma Kurdistanê jî civîna xwe nakin.

Ango hatina Malikî serokwezîrê Îraqê bo Hewlêrê li ser pêşniyara we bû:

– Belê min jêre got eger hatina  Hewlêrê hindekî ji bo we bi zehmet be, lê eger civîna civata wezîrên hikûmeta Îraqê li Hewlêrê bikin hîngê em dikarin li wir jî bi hevre  behsa hemû pirsên giring bikin. Em dikarin dîdarekê di navbera we û birêz Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê de amade bikin û ew dîdar bibe hokarê şikandina gelek girêkên derunî yên ku, bûne sedama jihevdûrketina gelek serkirdeyên îraqî. Em dikarin wê yekê nîşan bidin ku, dema li ser dosyeyên giring astengî û pirsgirêk derdikevin holê,  ji bona çareserkirina wan şer ne alternatîv e. Di dîrokê de me tecrûbeyek nexweş û biêş digel eqliyeta şerî heye û pêwîste em dersan ji wê tecrûbeyê werbigirin. Dîrokê îspat kiriye ku, bi tu awayî şidet û hêz pirsgirêkan çareser nekirine. Dema hukimdarê welat yê berê hest bi hebûna hêz û xutbûnê kir  û xwestî wê hêz û qiwetê ji bo çareserkirina pirsgirêkan bikarbîne, îraq ber bi tehlukeyê bir û rastî şikestên mezin hat.

Sala 1970ê dema Sedam Hisên hest bi lawaziyê kirî çû ba xwedêjêrazî mela Mistefa Barzanî û rêkeftinameya aşitiyê pê re îmza kir. Û dema hest bi hêz û qiwetê kirî, li dijî kurdan şer îlan kir, dema hest bi kûratiya pirsgirêkê kirî jî, sala 1975ê beşek ji Şetulereb bi Îranê da û bo şahê Îranê tenazul kir daku alîkariya Sedam bike û kurdan dûrpêç bike. Piştî demek kurt Sedam hest bi wê şaşiya xwe ya kujek,  rêkeftinameya Cezayîr û pêdana axa Îraqê bo Îranê kir, şerê 8 salî li dijî Îranê îlan kir û ew şer jî bê encam bidawî hat.

Bi heman eqlîyeta şerî, Sedam, xwest pirsên din çareser bike û êrîşî ser Kwêtê kir û ew şer bo sedema wan belayên heta nuha Îraq ji ber wan dinale. Ew şaşiyên kujek yên Sedam kirîn ne mimkine wisa bi hêsanî ji bîra me biçin, lê pêwîste pend û îbretê jê werbigirîn ku, pirensîpê bihêz û lawazbûn nemimkine arîşeya yek malbatê jî çareser bike. Pêwîste em bi wê yekê kêfxweş bibin ku, em xwediyê destûrekin ku, 80% gelên Îraqê deng jê re daye û ji bona çareserkirina hemû pirsgirêkan,  pêwîste em piştgiriya diyaloga niştimanî bikin.

Ev wêneyê dîrokiyê xemgîn di civînê de we ji Malikî re vegot:

– Min ji Malikî re got: Tu li Kurdistanê digel me bûy û çend carekan di yek çeper de me bi hev re li dijî hukimê Sedam Hisên xebat kiriye û neraste ev dabirîn û veqetiyan di navbera me de hebe. Me rêkeftinek îmaz kir ku, dest bi diyalogê bikin û bi rêya komîteyên taybetmend pirsgirêkan çareser bikin. Dema Malikî hate Hewlêrê me ew komteyên taybetmend aktîv kirin. Em hêvîdar in ku, karên erênî encamên erênî hebin, ne bi tenê ji bo çareserkirina pirsgirêkên Kurdistanê, lê ji bo çareserkirina pirsên welêt bi giştî.

Ew şer û malwêraniya min behis kirî, wisa li me kiriye ku, em hizira xwe di wê yekê de bikin ku, 100 salên şerî û nakokîyan  tu rêyên gotûbêjan li pêşiya me nehiştin û eger me xwestibe carekê bi rastî jî danûstandina bi hev re bikin, dema ew danûstandin ber bi lawaziyê diçûn dîrekt me pena bo şer dibir.

Îmkanên siyasetmedarên Îraqê bo dirustkirina diyalog û çaresriyê û ev îmkan di van salên dawiyê ber bi pêşve çûne:

– Ez hêvîdar im ku, siyasetmedarên Îraqê di her demê de manaya bikaranîna tang û çekê giran li Îraqê têbigehin, têbigehin metodê şer di avakirina gelekê yekgirtî ku hizira xwe di berjewendiyên hevbeş de bike, şikestin xwar. Mixabin, giriftariya mezin ya wan berprisên li Bexdayê rûdinin eve ku, heta nuha hînî wê miadileya nû nebûne ku, dîroka pirxwîn bi pîvanên nû û serdemane biguherin.

Giriftariya wan kesên li ofîsên Bexdayê rûniştine çiye? Giriftariya wan eve ku, ew wisa dizanin bihêzbûn û qiweta hikûmeta merkezî di wê yekê de ye divê hemû tiştekî vî welatî di bin dest û kontrola wê de be û yekemîn pêngava çareseriyê jî li ba wan eve ku, miadeleya kevin ya ku welêt ber bi karesatan dibe, jibîr bikin.

Em li Kurdistanê, piştî serhildana sala 1991ê, bi timamî ji Bexdayê cuda bûn, cudabûna me jî weke nerazîbûnekê bû li hember wê siyaseta neadil a rijêma Sedam Hisên li dijî kurdan birêve dibir bû. Piştî sala 2003ê jî em bi xwesteke xwe û bi awayekî îxtiyarî bo Îraqê vegeriyan û tu kezî em li ser vê yekê neçar nekiribûn.

Piştî sala 1991ê em bûn xwediyê parlamentoyekî hilbijartî, lê em bi xwesteka xwe bo Îraqê vegeriyan û li jêr navekî nû ku, Îraqa nû û destûra Îraq nû bû. heta nuha jî em şirîkên rasteqîne yên binyatdanan sîstemeke plural a nû in.
Raste sala 2003ê rewşa me a aborî weke a nuha nebû, lê rewşa me wesa jî xerab nebû, me dikarî xwe îdare bikin û li ser cudabûna xwe berdewaqm bin. Tişta ku, em ji bo vegerana bo Îraqê paldayîn hebûna hevbeşên rasteqîne ku, xebateke hevbeşa siyasî em komkirine û bi hev re li dijî diktatoriyê şer kiriye û ji wê demê û heta nuha di xebat û qurbanîdanê de me xemsarî nekiriye.
Ew dema Bexda di rewşeke xerab a emnî de bû, pêşmerge, xurtên me, ji bo alîkariya hêzên hikûmeta federal me bo Bexdayê şandin. Ez dikarin bêjim ku, li Bexdayê pêşmerge beşdarî di hemû operasiyonên taybet li dijî terorîstan de kir.

Agadariya berprisên hikûmeta Îraqê li ser îmzakirina kontiraktên neftê:

–  Eger berpirsên hikûmeta Bexdayê bixwazin di îmzakirina girêbestên neftê de beşdar bin, ser ser û ser çavan bila bên em rêz û hurmetê ji cîgirê serokwezîr bo karûbarên enerjitê Hisên Şehristanî, weke hemû wezîrên din yên hikûmeta federal,  digirin. Lê ev wê manayê nade em dest ji mafên xwe yên destûrî berdin. Me daxwaz ji Bexdayê kir beşdar bin, lê wan daxwaza me red kir û di rêkeftinan de made nebûn.

Back to top button