
Li ba her kesekî xuyaye ku kurd mezintirîn gelê cîhanê yê bê dewletin ta nuha û vê çendê jî gelek egerên xwe hene ku yên ji hemûyan giringtir jî, nebûna hesta netewayetî û hebûna arêşa xiyanetê ye dinav kurdan.
Helbet her nêzîkî sedeyekê carekê delîveyek bo kurdan helkeftiye, lê ji ber van egerên navibirî wan ew ji destdaye, ku dawî delîve jî peymana Sîvera salla 1920 bûye.
Herçend e di dîrûka me ya nû da, çi berî Sîverê û çi jî piştî Sîverê hindek pênigavên neteweyî hatine havêtin, wekî hewlên Mîr Bedirxanê mîrê Botan û Şêx Ubeydulayê Nehrî û Barzaniyê nemir, lê dîsan jî ji ber egerên li serî diyarkirî û zêdebarî rewşa derve, ji encamê van xebatan jî çi dewletên kurdî peyda nebûn.
Eve dîsan nêzîkî sedeyekê piştî Sîverê delîveyeka dî ya dîrûkî kefitiye ve destê kurdan, ku vê carê rewşa navxwe û derve ji hercareka berî nuha harîkartir e. Lê pisiyar di wêrê daye ka gelo vê carê kurd di amadene ji bo ku xwe bi êkcarî ji bin vê şermezariya dîrûkî derxin yan ev delîve jî dê bi rêka delîvên din de here!!
Tiştê îro dikeve berçavên mirovî di siyaseta kurdan de, hebûna dû dibistan (qutabxane) yên siyasî yên cudaye, ku yek ji wan dibistana siyaseteka kurtbîne, ku dixwaze berjewendiyên xwe yên demkî û rêxistinî biguncîne û birêve bibe ligel wan wellatên Kurdistan dagîrkirî û eve jî li gorey siruştê xwe gelek cara armancên bilindên nîştmanî û netewayetî dike qurbanî armancên kesayetî û rêxistinî yên demkî, ku eve jî dirêjedana wê siyaseta dorrandin û ji desetdana delîvên dîrûkiye ya ku me li serî amaje pêkirî. Dîsan çi bizanîn yan bêzanîn be, kar û bizavên vê dibistana siyasî dibine asteng di riya pirojê netewayetî da û dikevne di xana berjewendiyên dagîrkeran da.
Helbet nimûnên vê siyasetê jî gelekin, wekî navkirina hêza Pêşimergê Kurdistanê bi (mîlîşiyat), dijayetî kirina xwemalîkirina petrola Kurdistanê, dijayetiya hebûna destûrekî bo Kurdistanê, hewlên şkandina navê perlemanê Kurdistanê û binavkirina wî bi (dîwexane), dijayetiya hebûna serokekî bihêz bo Kurdistanê û dawiyê jî dema rêberên vê siyasetê dijayetiya xwe bo Kongira Neteweyî, ya ku dê di van nêzîka li Hewlêrê bê girêdan, diyardkin û dibêjin (kongirey neteweyî mehzeleye û hîç qîmetêkî niye).
Lê li aliyê din hêla siyaseta neteweyî û nîştmanî, ku berdewam bizavê dike hemû hêzên kurdan li ser maseyekê bicivîne û steratîjeka neteweyî bo dabirêje, îroke pir xurte û aşkiratirîn berehemên xebata vê siyasetê jî amadekirina Kongira Neteweyî ye, ku mirov dişê bibêje ku cara yekê ye di dîrûkê da kurd hemû di formeka hosa da bicivin û li ser maseyekê doza gel û welatê xwe bihevire giftugo bikin.
Giringiya vê kongireyê hinda mezine bo kurdan ku gelek çavdêr wê bi Sîvera duwê binavdkin. Lê diheman dem de astengên bersînga wê jî gelekin, çi ji aliyê hêla siyasya berjewendîpersta kurdan ve û çi jî ji alê dagîrkerên Kurdistanê ve. Lê biriyara dawiyê ji bo kurdan dimîne, kanê gelo wan divê dîsan bikevne nav lîstêkên dagîrkeran û vê delîvê jî ji dest bidin, yan jî dixwazin bikevne ser hêla siyasya neteweyî û vê delîva dîrûkiya zêrîn bikarbînin û bi êkcarî xwe ji vê bextireşiya dîrûkî rizgarbikin!!
Rizgar Kêsteyî