Kultur

KEFENÊ REŞBELEK

KEFENÊ REŞBELEK

li temenê kambax
lûfikên kul û xeman dicûm
û bi axînan re dadiqurtînim
xeyalên xwe yên koçber
dispêrim konê gerokan
hest û ramanên tewişîn
motorê aşê bedena dilê min in
pêlên çema dîn û har
xezeba salên talanbûyî
li ser birîna kezeba min
vedireşîne
lingên tevzînok
ji pêpeloka hezkirin û bêrîkirinan
şemitîn û ketin xwarê
bêhêvîtiya min
mîna bizmarê dawî
yê di darbestan de
hatî kutandin e
rengê xewnereşkên min
xumrî nin
bextreşan
zencîra îxanetê li rondikên şadiyan xistin
tahma şerbeta min tehl kirin
kêf û aramî
di herika rûbarên çaxan de
xeniqîn
awirên deryayên westiyayî
di qalikê mîdye de
li ser sîngê min
xilmaş dibin
di bin şewqa heyva çardehşevî de
çermê şevên reştarî yên xayîn
diqeşirînim
tevî neynokên giyanê pûç
êş û kovanên xwe jî
dorpî dikim
li şilûpila meha sibatê
li peşkên baranê siwar dibim
û merhemeta îlahiyan
dibarînim
ji gulîstana demên rabirdû
bêhna bîranînên şoreşên têkçûyî
berhev dikim
bi kartûka zimanê helbesta xwe
mêjiyên zengarî
dibiriqînim
ez
li valahiya gerdûn
kesera lehiyeke dilbirîndar im
li bêxewiya rojên stewr
serkêşê karwanê çolistanên azad im
ji teşqeleya cîhana derewîn re
fotokopiya jana eşqa dilê pîr
dihêlim
bi kefenê reşbelek
xwe diavêjim tor û bextê axa pîroz

 

                              Xizan Şîlan
                              2010-03-03
                              Stockholm

Balkêş e ?
Close
Back to top button