Cîgirê wezîrê navxwe: Êdî xelik ji partiyên Îslamî qebûl nake
Celal Kerîm cîgirê wezîrê navxwe yê hikûmeta herêma Kurdistanê, ragehand ku tu bernameyekî wan ê wiha nîne bi ser baregahên hizbên Îslamî de bigrin û got: ‘’Em Silêmaniyê diparêzin û ger pêwist bike em ê hemû tedbîrekê werbigrin.’’
Celal Kerîm di daxwiyaniyekê de bo Rûdawê da zanîn ku parastina baregahên hemû aliyan wek erkê xwe dibînin û wiha axifî:
– Li Silêmaniyê opozîsyonê rewşeke wiha xuliqandiye carên wiha hene parastina rewşê di destê kesî de namîne, bê guman wan wiha kiriye, ev dû meh in bazar, cade û cihên giştî bi navê azadî û xwepêşandanê hatine dagîrkirin û ev rewşa ne normal çêkirine.
– Ji sedî sed destê bilind û têkder ê Yekgirtûya Îslamî û Komela Îslamî di rewşa sînorê parêzgeha Silêmaniyê û navçeyên derdora wê de heye.
Piştî derbasbûna zêdeyî 60 rojî bi ser xwepêşandanên Silêmaniyê de, Lijneya Ewlekarî ya Parêzgeha Silêmaniyê bi beyannameyekê ragehand ku êdî rê nadin bê mohlet xwepêşandan bên kirin.
Li gor axaftina Kerîm Şingalî wezîrê navxwe yê hikûmeta herêma Kurdistanê ku, roja 19.04.2011ê li parlamentoya Kurdistanê amade bû, heta niha di bûyerên bajarê Silêmaniyê de nêzîka 600 kes ji polîs û hevwelatiyan bûne qurbanî.
Cîgirê wezîrê navxwe Celal Kerîm got:
– Divê Yekgirtûya Îslamî û Komela Îslamî tehemûla berpirsyaretiya karên xwe bikin ka çi encamek jê derdikeve, bi taybetî Yekgirtûya Îslamî ji ber endamekî serkirdayetiya wê hizbê li bajar û bajarokên herêma Kurdistanê digere û xelkê teşqîq dike da bo cîhadkirinê werin Silêmaniyê.
Celal Kerîm navê wî serkirdeyê Yekgirtû jî da û wiha pêde çû:
– Li vî welatî alî û kes hene ji tevgera Musenna Emîn nerazî ne û qebûl nakin. Ger ew li ser wê tevgera xwe berdewam bin û ranewestin, bi rastî êdî em nikarin wan biparêzin û xelkê Silêmaniyê jî ji wan qebûl nake.
Derbarê komkirina hêzê li derdora dezgahên ragehandina ser bi hizbên Îslamî li bajarê Silêmaniyê, Celal Kerîm wiha axifî:
– Ew li ser têkdana navê xelkê û aliyên siyasî berdewam in, dema me dît ku rewş pir aloz e me got bila wan biparêzin ne ku xelk ji wan qebûl neke û êrîşî wan bikin, lê ger ne bi dilê wan e, emê vala bikin û dawî jî gunehê wan di stoyê wan de.