Li ser jiyana mîrîtiya hekariyan destxetek nû hat dîtin

Derbarê jiyana mîrîtiya hekariyan de destxeteke ku, ji 694 rûpelan pêk tê, hate dîtin. Destxet di salên 1700ê de, ji aliyê katibên mîrê hekariyan Mîrza Mihemed û Temirxan ve hatiye nivîsandin.

Destxeta mîrîtiya kurdan a mîrên hekariyan ku hate dîtin, cara ewil dê weke pirtûk bê çapkirin. Destxet li gundekî Wanê, ji aliyê siyasetmedarê kurd Mazhar Dûderî ve hate dîtin. Cizûbenda (cîld) vê pirtukê çermekî bi rengê qehweyî ye.

Berê destxeta ku weke pirtûkek hatiye nivîsandin 17 cm, dirêjiya wê jî 23,5cm û (qalindiya) bilindiya wê jî 7 cm ye. Rengê hinek pelên vê destxetê sipî, hinek, hêşîn, hinek tirincî û hinek pelên vê destxetê jî ji rengê lîla ne.

Li gorî agahiyên ku di destxetê de tên dayîn, ev destxest ji aliyê katibên mîrê hekariyan Mîrza Mihemed û Temirxan ve hatiye nivîsandin. Mîrza Mihemed katibê mîr Birahîm Xan IIê yê kurê mîr Mihemed Xan ( bi nêzikayî 1700-1710) e.

Destxeta katib Mîrza Mihemed ji du beşan pêk tê. Beşa yekemîn bi awayê pexşanî hatiye nivîsandin û 61 rûpel e. Beşa duyemîn jî bi awayeke helbestkî hatiye nivîsandin û 631 rûpel e. Di beşa pexşanê de jiyana mîrên hekariyan, ji serdema Emewiyan heta serdema mîr Birahîm Xan (heta salên 1700-1710 an) bi kurtahî hatiye nivîsandin. Lê di beşa helbestkî de, ji serdema mîr Zekeriya Xanê kurê mîr Zeynel heta serdema mîr Birahîm Xanê kurê mîr Mihemed Xan bi berfirehî hatiye nivîsandin. Mîrza Mihemed jî, ji Temirxanê katibê mîr Îmadeddîn Xan sûd wergirti ye.

Siyasetmedar Mazhar Dûderî ku niha li ser pirtûkê dixebite û amadekariya nivîsandina pirtûkê dike, ji AKnews’ê re axivî. Dûderî, da zanîn ku bi riya hin hevalên wî yên ku bi farisî dizanin wî ev destxest wergerandiye ser kurdî, dîroka di vê destxetê de û ya di pirtûkên nûjen de dide ber hev.

Li gorî agahiyên ku Dûderî da, katibê mîrê hekariyan Temirxan, di navbera salên 1632-1639’an dest bi nivîsandina vê destxetê kiriye. 6 rûpelê dûmahîka vê destxetê ji aliyê  mîr Mihemed Teyarê kurê mîr Mihemmed Teyarê kurê mîr Silêmanê kurê Mihemed Nesrî ve di 1914’an de hatiye nivîsandin.

Destxet bi navê “Kurtejiyana Mîrên Hekariyayê” bi zimanê farisî hatiye nivîsandin û heta niha qet li tu derê nehatiye çapkirin. Di beşa helbestê de her rûpela pirtûkê li ser dû stûnan hatiye nivîsandin. Di her stûna rûpelê de 17 rêzik hene. Beşa helbestkî bi tevahî ji 21179 (21 hezar û 179) rêzikan pêk tê. Li gorî agahiyên ku Mazhar Dûderî dan, di vê destxetê de bi devê yekemîn lehengî, serkeftin, têkçûn, rastî û xeletiyên bav û kalên kurdan mîrên hekariyan yek bi yek tên vegotin.

Dûderî, da zanîn ku ji ber dîtina vê destxetê dê fikr û ramanên me yên li ser dîroka kurdan zelaltir bibin û wiha axivî: “Di vê destxetê de, di navbera salên 1300 û 1849’an de kîjan mîr, derketiye ser textê mîrîtiya Culemêrgê, hatiye destnîşankirin. Ev destxet, ji jiyana mîr Êzdîn Şêr (Îzeddîn Mucella) dest pê dike û heta mîr Silêman (1849) tîne.”
Dûderî, dide zanîn ku ev destxet jî ji ber nûsxeyeke di sala 1914’an de, ji ber reseniya (orîjînal) destxeteke din hatiye girtin lê ew nûsxeya navborî niha wenda ye û niha di destê binemaleke mîrîtiyê de ye. 

Li gorî agahiyên ku Dûderî dan, destxet qala kurtejiyan û şecereya binemala mîrên hekariyan dike û wan digihîjîne binemala Hz.Ebbasê Mamê Hz. Pêxember û nêrîna xwe wiha anî zimên: “Di vê destxetê de hinek tişt hene, divê ku ew tişt ji aliyê dîrokzanan ve bêne sererstkirin.

Melîk Sîracedîn di navbera salên 1296 û 1304’an de ji Misrê hatiye Bexdayê. Kurê wî, yê melik Îzeddîn Mucella jî berî 1304’an hatiye Bexdayê. Melik Îzeddîn Mucella û kurên wî, yên melîk Ahmed, melîk Mihemed û melîk Îmadeddîn di navbera salên 1304 û 1316’an de ji Kerkûk û Xefîtanê direvin û xwe davêjin bextê hoza Lodoj, a Kurd. Bi vî rengî dest bi jiyaneke kurdewarî kirine.(1) Em di nivîsoka (kîtabeya) li ser mizgefta mîr Êzdîn (Îzeddîn) Şêrê kurê mîr Îmadeddînê kurê mîr Êzdîn (Îzeddîn) Şêr, a li Westanê (Gevaş) mêjûya sala 716’an a koçî (Zayînî 1315) dibînin. Ev mêjû di deftera Weqfiyeya vê mizgeftê de jî hatiye tomarkirin (3).”

Li gorî agahiyên ku Mazhar Dûderî dan, li Westanê, li sernivîsoka kumbeta keça mîr Êzdîn (Îzeddîn) Şêrê kurê mîr Îmadeddîn, Helîme Xan, a ku di mêjûya Miherrema sala 736’an a koçî di 1335’an de çûye ser dilovanîya xwe, heman mêjû di nivîsoka li ser vê kumbetê, hatiye nivîsandin.(4) Dûderî, derbarê mijarê de wiha axivî: “Li gorî baweriya me di vê yekê de tevlihevî heye. Di vê ku dîrokzan vê tevliheviyê sererast bikin. Dîsa, çavkaniyên dîrokî destnîşan dikin ku berî Îslamîyetê li Culemêrgê desthilatdariya mîrîtîyê heye û kela Culemêrgê ji aliyê Evhadullahê emîrê Abbasiyan ve hatiye dagirkirin(5).”

Dûderî, bal kişand ku di destxetê de dibêje ku; Mîr Eshed bi sultan Sulêmanê Osmanî re beşdarî şerê Belgiradê (1521-1526) bûye û di vî şerî de gelek lêhengî nîşan daye. Li ser vê birîndarî û lehengiya wî, sultan Silêman navê wî kiriye Eshedê Gazî. Ev mîr Eshed, Xanê Çeng Zêrîn nîn e.

Ew mîr Eshedê kurê mîr Mihemed Pîrî ye. Dûderî, xwest ku dîrokzan li ser van nakokiyan lêkolînên berfireh bikin û daxwaza xwe wiha vegot: “Divê ku dîrokzan, bersiva van mijaran bibînin û van nakokiyan sererast bikin. Li gorî van agahiyan, em dibînin ku ev destxet, wê di gelek ciyan de dîroka kurd û Kurdistanê zelal bike. Peywira me, ya yekemîn ew e; ku em wergera beşa helbestkî jî çêbikin û vê pirtûkê radestî dîrokzanan bikin.”

Maşallah Dekak/AKnews

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: