Polîtîk

Pêngava duyem ji bernameyê reformên serok Barzanî

Fuad Husên serokê dîwana serokayetiya herêma Kurdistanê ragihand ku li ser fermana serokê herêma Kurdistanê, bi mebesta jnûverêxistina zêrevanên berpirs û kesayetiyên li herêma Kurdistanê, daxwaz ji serokayetiya civata wezîran kiriye ku ji bo danîna planekî minasib kar bike.

Fuad Husen îro dûşemiyê 25.04.2011ê di daxûyaniyeke taybet da ji bo malpera serokayetiya herêma Kurdistanê eşkere kir ku li ser fermana birêz Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê û her di çarçoveya bernameya çaksaziya birêzî de, dîwana serokayetiya herêma Kurdistanê nivîsek pêşkêşî serokayetiya civata wezîran kiriye daku ew her du wezîrên navxwe û yê pêşmerge, ji bona reorganîzekirina zîrevanên berpirs û kesayetiyan planekî minasib amade bikin, tewsiye bike.

Her wiha Fuad Husên balkişand li ser wê yekê ku pirsa zêrevanên berpirsan pêwîstî bi jinûve yekxistin û rêkxistinê heye û piştî ev pirs dideberçavan re tê derbas kirin, divê di çarçoveya dîsiplîn û planekî minasib de hejmara zêrevanan miqayse digel cîyê berpirsiyariyê û digel berçavgirtina pêvajoya îro ya herêma Kurdistanê bi awayekî ku miasib û li hevhatî be digel zerûret û pêdiviyên qonaxa îro de bê serast kirin.

Back to top button