Kultur

Keçên Dalkurdê derbasî lîga jor bûn

Serokê klûba Dalkurdê Ramazan Kizil ragihand wan roja yekşemiya borî du pîrozbahî bihev re lidarxistine û got: “Me roja 18ê îlonê hem serkeftina tîma xwe ya keçan bi şahiyeke taybet pîroz kir û hem jî serkeftina tîma zilaman ya li himberê Bodens pîroz kir. Keçên me bûn şampiyon û xortên me jî bûn lîderê lîgê, lê têkoşîna me hêjî bi dawî nevûye.”

Keçên Dalkurdê derbasî lîga jor bûn

Her du tîmên dalkurdê, tîma keçan û tîma zilaman li dû hev çar hefteyên serkeftî derbaskirin. Tîma keçan a Dalkurdê ku hemû leystikvanê wê keçên Swêdî ne sezona 2011 bi encameke balkêş bi dawî kir û derbasî lîgeke jor bû. Tîma keçan a Dalkurdê di vê sezonê de 12 maç leyîstin û 11 maçan bi serket, maçekî jî wekhev ma. Hefta borî maca xwe ya dawî jî leyîst û tevî 34 pûanan bû şampiyonê lîgê û ji lîga 5 derbasî lîga 4 bû.

Tîma Dalkurdê ya zilaman çar maçên li pey hev bi serket û ji van maçan 12 pûan girtin û tevî 41 pûanan bûn lîderê (Division 1, Norra) Lîga Yekemîn ya Bakur. Li dû Dalkurdê Vasby tê û 40 pûanên wê hene. Serokê Klûba Dalkurdê Ramazan Kizil bi bîr xist ku yek maçek Vasby kêm e û eger ew vê maçê bi sernekevin lîderiya Dalkurdê mîsoger dibe, lê Kizil got, “Ez dikarim ji niha de bêjim ku lîderî nebe jî me rêza duyemîn ya ku şansa Play Offê heye, garantî kiriye.“
Sezona Lîga Yekemîn ya Bakur ku Dalkurd tê de dileyîze di 24ê cotmehê de bi dawî dibe û heta vê demê 5 maçên Dalkurdê hene ku sê li derve, 2 jî li mala xwe dileyîze. Serokê klûbê Kizil daxuyand ji van 5 maçan tenê yek dibe ku zehmet derbas bibe, jiber ku wan hemû maçên xwe yên li himberê tîmên favorî leyîstine, lê got, “Maçên Vasby yên zehmet hene, lewma em zêde ji bo xwe guman nakin.“

Mombo Mumbo bû Kralê Golan

Futbolvanê dalkurdê yê Kenyayî Robert Mambo Mumba bi 12 golan bû Kralê Golan yê lîgê. Mumba ji van 12 golan dehan bi serî avêtine, du gol jî bi lîngê xwe avêtine. Mumba di kadroya tîma netewî ya Kenya de cih digire û ji destpêka vê sezonê ve formaya Dalkurdê lixwe dike. Mumba di saheya navîn de dileyîze.

Balkêş e ?
Close
Back to top button