Polîtîk

Parlamento dê lêpirsînê digel Talebanî bike

Roja duşemiya borî, ji bo beşdarîkirinê di civîna salane ya Neteweyên Yekgirtî (NY) de, Celal Talebanî serokomarê Îraqê çû New York ê û li ser nave Îraqê peyvek di civîna NY de pêşkeş kir.
Lê piştî vegera Talebanî bo Bexdayê eşkere bû ku Celal Talebanî serokomarê Îraqê  nameyeke fermî bo wezareta finansê ya Îraqê şandiye û daxaza 2 milyon dolaran jib o xerciyên serfera xwe ya bo New Yorkê ji wezareta darayî kiriye.

 Piştî ew nameya Talenabî eşkere bûy, komsyona darayî ya parlamentoya Îraqê lêpirsîn dest pê kiriye û eşkere bûye ku di sala 2009ê de Celal Talebanî jib o xerciyên sefera xwe ya bo Fransayê 700 miyon dinar ji wezareta darayî daxaz kirinê û jê re dane.

Îbrahîm Mutlek endamê komsyona darayî li parlamentoya Îraqê di daxuyaniyekê de ji malpera Ornews re dibêje ku piştî wan dûvçûn li ser xerciyatên serokomarê Îraqê kirîn ji wan re diyar bûye ku Celal Talebanî di sala 2009ê de jib o xerciyên sefera xwe ya bo Fransayê 700 milyon dinar wergirtine û û jib o sefera xwe y avê dawiyê bo New Yorkê jî daxaz 2 milyon dolaran kiriye.

 

Back to top button