Civîn û hevdîtinên Kerkûkî li Waşîngtonê
Di çarçoveyê serdana xwe ya fermî ya bo Dewletên Yekgirtiyên Amerîkay (DYA) de, Kemal Kerkûkî serokê parlamentoya Kurdisdtanê û şandeya pê re li wezaretas derveya Amerîkayê li Waşîngtonê ji aliyê serokê beşê Îraqê li wezareta derve û hijmareke şareza û pisporên karêbarên Îraqê ve hatin pêşwazî kirin
Paşî di civînekê de behsa rewşa siyasî û emnî ya herêma Kurdistanê û Îraqê heta kirin û bûyerên bihara erebî û tesîra wan li ser deverê hat nirxandin.
Serokê parlamentoya Kurdistanê bi berpirsên wezareta derve ya Amerîkayê re; topbarabkirina deverên ser sînorê herêma Kurdistanê ji aliyê topxana Îranê û firokeyên şerî yên Tirkiyeyê û ew ziyanê ji encama wan topbarana gihiştîne xelkê gundên ser sînor, texîrkirina cîbicîkirina madeya 140ê û tesîra necîbicîkirina wê madeyê li ser rewşa emnî ya Îraqê, qanûna patrol û gaze ku bêy razîbûna aliyê kurdi ji parlamentoya Îraqê re hatiye şandin, rola pêşmergeyê Kurdistanê di parastina deverên nakokdar dem bi taybetî li Xaneqîn, Sadiye û celewla û pabendûn bi destûra Îraqê gotûbêj kirin.
Her li Waşîngtonê, serokê parlamentoya Kurdistanê serdna snterl Mediya Niştimanê ya Amerîkayê kir û Kemal Kerkûkî serokê parlamentoyê di peyvekê de ji berpris, rêvebir û karmendên senterê Mdeiya Niştimaniya Amerîkayê re behsa rewşa herêma Kurdistanû û tîkeliyên wê digel dewletên cîran û pirsgirêkên hilawîstiyên navbeta Hewlêr û Bexdayê û çend mijarin din yên aktuel kir.