Polîtîk

KCK naxwaze BDP herê parlementoyê

Prosesa siyasî li Kurdistana Bakur gelek tevlîhev bûye. Di vê tevliheviyê de şer heye, kuştin heye operasyon  hene. Piştî hilbijartina ne’ûyina BDP-ê ya parlementoyê bû mijarek ku gelek awayî guftogu li ser tê kirin.

I-10.2011-ê parlemento vedibe û dest karê xwe dike. Li pêşiya parlementoyê karê herî girîng guhertina destura bingehîne. Lê hêja ne kifşe ka gelo wê BDP biçe parlementoyê yan naçe. Di vê derbarê de gelek dezgehên sivîl dixwazin BDP biçe parlementoyê û lê wê derê şerek demokratîk bike û ji bo pirsa kurd bikeve desturê de xebatê bike.

Li Dersimê serokê 16 Baroyên li Kurdistanê jî daxwaz ji BDP-ê kirin ku vegerin parlementoyê. Hinek parlementerên ku di nav lista BDP-ê de hatin hilbijartin jî dixwazin BDP biryar bide vegerê parlementoyê.

Lê li gora nûçeyek ya rojnama Tarafê ku belav kiriye, KCK naxwaze BDP herê parlementoyê. Li gora nû’eya Tarafê, ji berî du heftiyan bi navê serokê komita rêvebir ya KCK-ê nameyek elektronîkî ji gelek dezgehên kurd û parlementeran re hatiye rêkirin. Di vê nameyê de KCK naxwaze di vê pêvajoyê de BDP herê parlementoyê.

Vêca dê van çend rojên pêşiya me de eşkere bibe ka gelo dê BDP vegerê parlementoyê yan na? Xelk, dezgehên sivîl û gelek parlementer jî dixwazin BDP vegere parlementoyê. Lê KCK nexwaze vegera BDP-ê zor dibe.

Back to top button