Polîtîk

Goran dixwaze Nêçîrvan Barzanî bibe serokwezîr

Berpirsekî paye bilind ê Tevgera Goran ku nexwest navê wî bê belavkirin, di daxwiyaniyekê de bo Rûdawê behsa naveroka rûniştina dû qolî (22.09.2011) ya navbera Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goran Noşîrwan Mistefa kir û got: ‘’Serokê Herêma Kurdistanê soz da ku ew çar biryarê li ser daxwaza opozisyonê derxistine bên cîbicîhkirin, ew pirsgirêkên niha li meydana siyasî ya Herêma Kurdistanê hene werin çareser kirin û li beramberî Noşîrwan Mistefa jî soz da ku hevkarê Serokê Herêma Kurdistanê be bo cîbicîkirina wan biryaran û pêngavên reforman.’’

Heman berpirs wiha axifî: ‘’Serokê Herêma Kurdistanê ji kek Noşîrwan re got ku Nêçîrvan Barzanî radispêrin da serpereştiya cîbicîhkirina wan biryaran bike, herwiha serpereştiya projeya reforman jî bike.’’

Berpirsê Tevgera Goran wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘’Ger Nêçîrvan Barzanî serpereştiya wan pêngavan bike, ew baştirîn rê ye û xaleke girîng e bo ew projeya çaksaziyê biserkeve. Ji ber kek Nêçîrvan kesekî xwedan ezmûn e, wêrek ê û dixwaze peywendiyên navbera desthilat û opozîsyonê bihêz bibin, loma ger dosya li ba wî be, cidîyeta wê zedetir dibe bo cîbicîhkirinê.’’ Berdevkê Polîtburoya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Babekir jî serpereştîkirina Nêçîrvan Barzanî baş dinirxîne û dibêje: ‘’Li gor me ew pêşniyara birêz Barzanî baş e.’’

Ew berpirsê Tevgera Goran ku nexwest navê wî bê belavkirin, da zanîn ku Barzanî di wê civînê de dû peyam dane Noşîrwan Mistefa û got: ‘’Yekem got ku Nêçîrvan Barzanî serpereştiya projeya reform û cîbicîhkirina her çar biryarên Serokatiya Herêma Kurdistanê dike, dixwest bibêje di nav PDK-ê de dûberekî nîne û me jî mesele fam kir. Peyam dûyem a Barzanî jî ew bû ku bi serpereştîkirina Nêçîrvan Barzanî ya projeya reforman ger rewş aram bibe wê demê PDK hikûmetê werdigre û Nêçîrvan Barzanî dibe serokwezîr.’’

Derbarê beşdarbûna Tevgera Goran di hikûmetê de, ger PDK wî postî werbigre, çavkaniya Tevgera Goran wiha axifî: ‘’Ger kek Nêçîrvan Barzanî bibe serokwezîr û dest bi reforman bike, wê demê hîç hinceteke Tevgera Goran namîne ku tevî hikûmetê nebe, herwiha beşdar jî dibe.’’

Derheqê heman mijarê de Endamê Polîtburoya Komela Îslamî ya Kurdistanê Ebdulsitar Mecîd got: ‘’Serokê Herêma Kurdistanê ligel serkirdeyên opozîsyonê behsa beşdarbûna opozîsyonê di hikûmetê de jî dike, lê belê heta em li ser projeyeke hevbeş a reforman lihev nekin, em behsa beşdarîkirin û nekirina di hikûmetê de nakin.’’ (Rudaw)

Back to top button