Erdogan: Peywendiyên min yên şexsî digel Beşar Esed gelek baş in
Receb Teyîb Erdogan serokwezîrê Tirkiyeyê ji Internetheber ya tirkî re behsa têkeliyên xwe yên şexsî û malbatî digel Beşar Esedê serokê Sûriyeyê û dike û dibêje ku têkeliyên wî yên şexsî digel Beşar Esed gelek baş in û dibêje:
– Peywendiyên min yên şexsî digel Beşar Esed gelek baş in, têkeliyên malbatî di navbera me de hene. Lê peywendiyên min li ser esasê şexsî nabe, dê li ser esasê pirensîpan be. Eger Sşriya bi tang û topan zolmê li xelkê xwe bike û hevwelatiyên xwe bikuje, hinge ne biratî û ne jî dostîniya me namîne.
Erdogan behsa êrîşên leşkerê sûrî bo ser bajaran dike û dibêje:
– Sûriya bombebaran abajarekî mezin dike û dibêje me terorîst bombebaran kirine. Başe ew bajarê mezin hemû terorîst in, kî van gotinan bawer dike? Pêwîste Esed wan gavan pavêje û soza wan dabû. Derfeteke gelen biçûk li pêşiya Esed maye û pêwîste ew wê derfetê ji dest nede û bi zûrtîn dem çaksaziyan encam bide.