Kultur

Konferensa zimanê kurdî duhokî xemgîn kirin

Konferansa zanistî ya zimanê kurdî bi serpereştiya wezareta rewşenbîrî û gêncan a hikûmeta herêma Kurdistanê  û bi dirûşma “Ziman nasnameya netewe ye” roja 19 Îlonê dest pê kir û  4 rojan berdewam kir.

Di konferensê de nêzîkê 100 zimanzan, lêkolînevan û pisporên zimanê kurdi ji her çar parçeyên Kurdistanê û ji diyasporayê beşdar bûn.

Roja dawiyê ya konferensê 14 xal weke rasparde (tewsiye) hatin pesind kirin, yek ji wan xanlan ew bû ku bajarê Duhokê bibe senterê zimanê kurdi û Civata Bala ya Zimanê Kurdî ku ew jî di konferensê de hatbû pêşniyar kirin li Duhokê be.

Li ser vê xalê ku Duhok bibe senterê zimanê kurdî, tevlîhevî ket nav konferensê û hijmareke zimanzan û rewşnbîrên soran li dijî wê pêşniyarê derketin. Ji bo yelkalîkirina vê pirsê komîteya amadekar biryar da ku ew xal bikeve dengdanê û di dema dengdanê de ew xal bi 40 dengên belê û 27 dengên nexêr hat qebûl kirin.

Lê belê Kawe Mehmûd wezîrê rewşenbîrî û gêncan yê hikûmeta herêma Kurdistanê tedexul kir û bi hêceta ku bêhina navçegeriyê ji wê xalê tê, ew xal ji nav pêniyaran rakir.
Vê yekê jî rewşenbîr û zimanzanên kurd yên devera Badînan tore kir û nuha wan dest bi kampaniyaya îmza komkirinê li dijî biryara wezîrê rewşnbîrî kiriye.

Back to top button