Polîtîk

Îro Salih bi heyeteke bala re diçe Bexdayê

Îro Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê dê bi serokatiya heyeteke bala serdana Bexdayê bike.

Salih û şandeya pê re dê li Bexdayê digel Nurî Malikî serokwezîrê Îraqê û mezine berpeisên hikûmeta bexdayê re civîn û hevdîtinan pêk bînin.

Li gor hin çavkaniyan, şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê dê digel rayedarên hikûmeta Îraqê pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê minaweşe bike, bi taybetî meseleya lezkirin li cibicîkirina madeya 140ê, qanûna patrol û gaze, budceya hesen pêşmergeyê Kurdistanê û rola pêşmerge di parastina deverên nakodar de dê mijarên danûstanênên navbera heyeta herêma Kurdistanê û rayedarên Îraqê bin.

Weke tê zanîn ev demeke têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê aloz bûne û digelek pirsên şarenivîsaz de Malikî yelalî birayaran dide û rola kurdan piştguhxistiye. Kurd jî helwestên Malikî weke dubarebûna diktatoriyê li Îraqê wesif dikin.

Back to top button