Polîtîk

Kurturmş: Pêwîste BDP vegere nav parlamentoyê

Numan Kurturmş serokê Has partiyê di daxuyaniyekê de bo rojenameya Zaman ya tirkî behsa çareseriya pirsa kurd li Tirkiyeyê kir û got: Cîyê çareserkirina pirsa kurdi ne fermandariya giştî ya arteşê ye, ne Çiyan e, ne kulan in, cîyê çareserkirina vê pirsê bi tenê parlamentoya Tirkiyeyê ye.

Di meseleya çareserkirina pirsa kurd de dive dewlet digel miletê kurd aşt bibe û pêwîste ew gavên jib o aşitiyê tên avêtin gelek şefaf bin. BDP ji bo ku bikare berevaniyê ji mafên dengderên xwe bike, pêwîste BDP vegere nav parlamentoyê.

Navborî di berdewaqma daxuyaniya xwe de behsa çavpêketinên navbera MIT ê û PKKê jî kir û got: Ji bona ku prosesa aşitiyê ber bi pêş biçe, encamdana wan hevdîtina gelek nolmal e. Pêşniyara min ewe ku ew hevdîtinên navbera MIT û PKKê li Oslo yan li bajarekê din nebin, werin li Enqereyê hevdîtinan bikin.

Back to top button