Civak

Keçek bi dayika xwe re çayxaneyek vekir

Li bajarê Silêmaniyê keçek bi dayika xwe re çayxaneyeke gerok vekiririn.

Keça bi navê Çawan daye zanîn ku ew xwendekara peymangeha Silêmaniyê ye û ewan kes nîne piştgîriyê li wan bike, ji ber wê yekê jî wê û dayika xwe hizra vê yekê kirine ku karekê bikin, da ku debara xwe pê bikin‌.

Niha ew li kolana Aştî ya li Silêmaniyê karê firoştina qehwe û çayê dikin û wan çayxaneyeke gerok heye. Her wiha Çawan dibêje: Rojane min didît ku gelek ciwan li ser kolanan kar dikin, min jî got, madem ew kar dikin, ez jî dikarim kar bikim, ji ber ku çi cûdahî di navbera kur û keçan da nîne. Ji ber ku xanim dikarin li mal çayê û qehwê dirust bikin, li derve jî dikarin vî karî bikin. Ji ber wê yekê jî min û dayika xwe vê karê hilbijartiye û bi şanaziyê ve vê karê jî dikîn.

Back to top button