Polîtîk

Heta tehdît hebe operasyon berdewam e

Wezareta Derve ya Tirkiyê di derbarê operasyona li nav axa başûrê Kurdistanê bersiva hikûmeta Iraqê da û ragihand, heta ku tehdît li ser axa Iraqê li dijê Tirkiye hebê dê operasyon berdewabe.

Wezareta Derve ya Tirkiyê amaje bi bertek û nerazîbûnên rayedarên hikûmeta Iraqê li ser operasyonên wê dawiyê yên artêşa Tirkiyê di nav axa Başûrê Kurdistanê de kiriye û diyar kiriye, têkildarî operasyonên li dijî wan cihên ku PKKê li Iraqê ji xwe re kirine sitargeh, wan bersivên pêwîst dane berpirsên Iraqê.

Li gor daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya Wezareta Derve ya Tirkiyê hatiye belavkirin, ew weke Tirkiye li bendê ne ku Iraqê erkê xwe yê di çarçoveya hiqûqa navdewletî û destûra xwe de bicih bîne û rê nede ku PKK axa wê bi kar bîne.

Tirkiyê herwiha amaje bi wê yekê hatitye kirin ku “PKK ji bo asayiş û serweriya Iraqê jî gef e” û destnîşan kiriye, “em careke din bi bîr tînin ku em ji bo têkoşîna hevbeş a li dijî PKKê amade ne.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de, Wezareta Derve ya Tirkiyê tekezî li ser bikaranîna mafê berevaniya rewa û berdewamiya operasyonên wî welatî di nava axa Iraqê de dike û dibêje: “Heta dema ku ew bendewariyên me neyêne cih, Tirkiye, li dijî her core çalakiyeke têkderane ya ji nav axa Iraqê ve bo ser sînorên xwe, istiqrar û ewlehiya xwe, li ser esasê mafê berevaniya rewa ya di çarçoveya hiqûqa navdewletî de, li ser wergirtina tedbîrên pêwîst rijd e.”

Artêşa Tirkiyê di 15ê vê mehê de operasyona “Çengê Baz” û di 17ê vê mehê de jî operasyona “Çengê Piling’ li dijî PKKê li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê pêk anî. Piştre hêzên bejayî yên Tirkiyê li devera Heftenînê û li sînorên herdu bajarokên Batîfa û Derkarê yên qezaya Zaxoyê li dijî PKKê dest bi operasyonê kirin, ku heta niha jî berdewam e.

Li ser wan operasyonan, Wezareta Derve ya Iraqê heta niha du caran Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê bangî wezaretê kiriye û bi fermî du nameyên tund ên nerazîbûnê radestî wî kirine.

Herwiha Berdevkê Hikûmeta Iraqê pêr careke din nerazîbûna tund a Iraqê li hemebr operasyonên Tirkiyê di nav axa welatê xwe de anî ziman û daxwaza demildest rawestandinan wan operasyonan kir.

Lê tevî wan nerazîbûnên Iraqê, artêşa Tirkiyê li ser operasyonên xwe yên esmanî û bejayî di nav axa Başûrê Kurdistanê bi hinceta hebûna baregehên PKKê berdewam e.

Li gor zanyariyên ji berpirsên îdarî û serbazî yên parêzgeha Duhokê, artêşa Tirkiyê li sînorê nahiyeyên Derkar û Batîfa yên Zaxoyê bi kûrahiya di navbera 15 heta 30 kîlometran hatiye nav axa Başûrê Kurdistanê. Pêştir Berdevkê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê, Lîwa Babekir Zêbarî ji Rûdawê re ragihandibû, Artêşa Tirkiyê bi kûrahiya 20 heta 40 kîlometran û artêşa Îranê jî bi kûrahiya 10 kîlometran sînorê Herêma Kurdistanê derbas kirine.

Li gor zanyariyên ji çavkaniyên serbazî, ji destpêka operasyona nû ya Tirkiyê ve, serbazên Tirkiyê li 12 cihên nû yên stratejîk li sînorê herdu nahiyeyên Batîfa û Derkarê bicih bûne.

Niha hikûmeta Iraqê hêzên Zêrevanên Sînor li pênc cihên stratejîk li sînorê nahiyeyên Batîfa û Derkarê û nêzîkî wan navçeyên ku ji aliyê Tirkiyê ve têne bombebarankirin, bicih kirine.

Back to top button