KCK agirbesta yekaliyê heta hilbijartinên 2011ê dirêj kir
Konseya Rêveberiya KCK daxuya kir ku pêvajoya yekaliyê agirbest heta hilbijartinên 2011ê hatiye dirêjkirin.
KCK daxuya kir ku ‘’ Divê dewleta Tirk ji bo agirbestekî mayînde operasyonên xwe bide sekinandin’’
KCK ji bo aştiyekî mayînde 5 şertên xwe dan li pêşiya dewleta tirk
1- Sekinandina operasyonên leşkerî
2- Azadkirina siyasetmedarên ku bê suc û bê sedem hatin girtin
3- Ji bo tevlîbûna pêvajoyê, pêşîvekirina Ocalan
4- Ji bo pêşveçûyina pêvajoyê , avakirina komîsyonên lêkolînê heqîqet û zagona bingehîn
5- Rakirina benda hilbijartinê ya ji %10
Ji daxuyaniyê çend hevokên girîng
Nêzîkî 75 roj derbas bû lê hikûmeta AKP ti gavekî erênî neavêt. Operasyonên leşkerî ne weka berêye lê hîna jî berdewama .Li qada siyasetê jî girtin û zordestî nehatiye sekinandin û kesên ku hatin girtin serbest nehatine berdan.
Li Tirkiyeyê çareserkirina pirsgirêka Kurd ketiye nava pêvajoyekî girîng.Dewleta Tirk ji avabûna Komarê heta niha bi rêya tundûtijî û zordestiyê daxwaza çareserkirina pirsgirêka Kurd kir.Dewleta Tirk bi piştgiriya hêzên navnetewî û hêzên herêmî bi rêyên tundûtijî daxwaza tunekirina tevgera me kir.Ji bo vî hemî derfetên xwe jî seferber kir.
Di serî de divê Dewletên Yekgirtiyê Emerîka û Yekîtiya Ewropa û hêzên nevnetweyî û hêzên herêmî gavên me yên erênî bibinîn û ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd rolên xwe bilêzin.