Polîtîk

Numan Kurtulmuş partiyekî nû ava kir

Numan Kurtulmuş li Otela Rixosê di daxuyaniya çapemeniyê de danasîna partiyê xwe kir. Kurtulmuş di daxuyaniyê de avabûna Halkın Sesî Partîsî ( Partiya Dengê Gel ) îlan kir.

Prof. Dr. Numan Kurtulmuş di danasina partiya xwe de got :Her kes hemwelatiyên wekhevin û her kes daxwaza azadî ,aramî û adaletê dikin.Em ne partiyekî rastgir ne çepgir ne lîberal ne jî muhafazakarin.

Di civînê de sînevîzyonekî hate nîşandan,û tê de dimenên hêviya azadî , aramî û daxwazên adaletê hate nîşandan.

Di nava endamên sazûmankarên partiyê de Musteşarê Wezaretê Aborî yê berê Hasan Basrî Aktan, Seroka Baskê Jinan berê ya ANAPê Ebru Kurban, Endamên ANAPê yên berê Beyhan Arslan û Refaeddîn Şahîn û Endamên berê yên DPê Çağrı Erhan û Ümmet Kandoğan jî hene.

Back to top button