Civak

Hewldanek terorî li Hewlêr hate pûç kirin

Jêderekî asayişê yê zalgeha (nuqteya teftîşê ya) Hewlêr-Kerkûk ji PNA re da xuyakirin, ku otomobîla TNT kirî li gora pêzanînên saloxegerî hat girtin. Evî jêderî got, ku haya wan jê hebû, ku dê otomobîleka tejî TNT derbasî nav bajêrê Hewlêrê bibe û ji ber vê yekê, zû rê lê hat girtin.

Evî jêderî got, ku dema wan otomobîla tejî TNT girtin, şufêrê wê dakevt û reviya. Belê hêzên asayişê teqe lê kirin û ew kuştin. Evî jêderî da xuyakirin, ku ev otomobîla han ji corê kamyona dutonî bû û tejî TNT bû û dibe ji 100 kîlograman bêtir bê jî.


Nûçe: Qayid Mîro / Hewlêr

Back to top button