Cîhan
Kamala Harris Cîgira Joe Biden kiye?

Kamala rexnegireke tûnd yê Donald Trumpe, dema Donald Trump ji Rojavayê Kurdistanê vekişiya li twittek da nivîsîbû “Donald Trump li Sûriye Kurdan Firoşt”. Li 2010 bûye Dawakarê Giştî yê California, li 2014 heman postê wergirtiye.
Wekî senator kar li ser van babetan kiriye:
- Çaksazî û reforma sîstema tendirustiyê
- Rêkarên welatînameya ji bo koçberan
- Qedexekirina hilgirtina çek
- Çaksaziya sîstema bac
Kamala Harris sala 1964 li Calîfornia ji dayikbûye û temena wê 55 sale, parêzere û li sala 2017 ve senatore, endama Partiya Demokrata Amerîkaye, dûyem jina Efrîqî Amerîkî û yekem jina Başûrê Asyaye ku li senatoya Amerîka xizmetê kiriye.
Harris li sala 2014 li gel Doglas Emhof ku ew jî parêzere, jiyana hevjîniyê pêkaniye û zarokên wê nîne.