Cîhan
Jineke Çermereş dibe Cîgira berbijêreke Serokayetiya Amerîka

Joe Biden Berbijêrê Demokratan ji bo Serokayetiya Amerîka Kamala Harris ji bo cîgiriya xwe destnîşan kir ku yekemîn jina reşpêste ji bo wê postê tê destnîşan kirin.
Joe Biden ragihandiye, “şerefeke mezine” ku Harris weku cîgira xwe min destnîşankiriye û Harris bi “cengawereke çavnetirs” bi nav dike.
Biryare roja 3ê ya tişrîna duyema îsal hilbijartina Serokayetiya Amerîka birêvebiçê ku diyartirîn û bihêztirîn berbijêran ji bo bi destanîna posta Joe Biden û Donald Trump in.