Nivîsar

Ka Rola Întelecinsiya Kurdî!?

Rewşenbîr helweste, ne pîşe ye?   Sartir

Bi dirêjahiya dîrokê û di temenê hebûna mirov li ser gerdûnê de,her û her ronakbîran û kesên xwenaskirî bi helwestên xwe yên wêrek hêvanê meyandina şoreşa ramanî bûn, wek feylesof Siqrat 399 b.z ku li hember ramanên çewit û yên efsûnî ji bîr û baweriyên xwe nehat xwar û jiyana xwe kir qurbanî û bi yekem pakrewanê felesefê û nasînê tê nasîn, her wiha rewşenbîr û xwenas bûne jêdera pirîskên agirê hilkirina şoreşên dijî zordariyê û hilgirên xetîrên azadiyê bûn, wek Voltêr, Can Cak Roso û Lok ku agirê yekem şoreşa lîbralîzim di dîrokê de vêxistin, ew jî Şoreşa Ferensî bû ku sala 1789`an qewimî.  

Erê jiyan xebat û helwest e, piştî serxwebûna Dewleta Sûriyayê sala 1946`an û tevî beşdarbûn û qurbanîdanên gelê kurd di piroseya berxwedana li hember dagîrkerê Ferensî de, lê mixabin mêrxasî û niştimnaperweriya Kurdan rastî dîwarê şofînizm û dilkoriya erebî hat,ji bo paşguhxistin û bêparkirina gelê Kurd ji hemû mafên xweyên rewa, û wek karvedaneke erênî pêşberî vê nedadpeweriyê, kesên ronakbîr û rewşenbîrên Kurd xwe berdan meydan xebata sivîl û  ya siyasî, çawa na? ma bidestveanîna mafan, ne erk û rola ronakbîr û rewşenbîran e, ew qata bijardene ku bi Întelecinsiya tên binavakirin.

Li Rohilata Navîn bi giştî û li Sûryayê bi taybetî, rewşenbîr kurd tûşî du serkutkirinan bibûn, ji aliyekî ve rejîma Be,isa şofînizm bi serokatiya Beşa El-Esed yê dîktator û xwînrij, û ji aliyê din ve tevgera Kurdî hatbûn paşguhxistin, vê rewşê kir ku Beşar El-Esed vê yekê bîne serê Sûriyê ku kuştarek neh salin berdewame, û tevgera Kurdî jî bi pilan û zanîn û bi parçebûnên xweyên diramatîkî xizmeta proje û pilanên neyaran kirin û ketin hevrikieyeke dûr ji armanc û daxwazên gel.

Pirs ewe, gelo çima qata bijarde “Întelecinsiya“ kurdî bi erk û rola xwe ranebû, û ta niha xwe ker kiriye, tevî çend yekîtiyên Nivîskaran, Hunermendan, Parêzeran, Navendên Lêkolînan û Sendîkayên Rojnamevanan hatine damezrandin, li şûna ku xizmeta ecindayên partîzaniyê bikin divê bi erkên xweyên pîşroz rabin, û bi rola xwe li hember her rewşekê û bi taybet rewşa niha rabin, ma gelo qata bijarde “Întelecinsiya“ ne leşker, artêş û parêzvanê maf û hebûn gele, bi taybet piştî bi destpêkirina gotûbêjan dinavbera PYD û ENKS`ê de bo yekrêzî ya mala kurdî li Roavayê Kurdistanê û pêngaveke pîroze, ma ev ne derfeteke zêrînî ye daku em ji bindestiya rejîma Be,isa faşî û şofînizim û ji zordarî û setemekraiya serokê rejîmê Beşar El-Esed yê xwenrij û xwînmij rizgarbin.

Wek çawa pêşiyên me gotine: Bi xweziyan, bi dest nakeve gurzê keziyan! Erê dem dema xebatê ye û li ser hemû astan, ji ber ku li ser me şerê man û nemanê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve hatiye sepandin, lewira ji hemû kesatiyên rewşenbîrî û grupên rewşenbîrî tê xwestin ku, bibin alaveke fişarxistinê bi ser aliyên pêwendîdar daku rêkeftinekê di zûtirîn dem de ragihînin, û divê dengê xwe bilindbikin û bi qîrin daku herdu alî PYD û ENKS`ê berjewendiyên neteweyî di ser berjweniyên partîzaniyê re bigirin, daku Efrînê ji bindestiya bê namûsên tirk û çeteyên bênamûsên ereb rizgarbikin, her wiha Girê Spî û Serê Kaniyê eger na, nifirên daykên şehîdan ta dunya şênê wê li we bibarin.

Ey qata rewşenbîran“Înelecinsiya“ rojeke reştarî û nexwezyar bi ser me de hatiye, û erkekî pîrozî netwewyî li ser meilên me hemûyan e, ka werin em biqîrîn! Ka em xwedî li pîroziyên xwe derkevin, gel û welat dibin metirsiya man û nemanê de ne, ka ji bo pêşroja zarokên xwe têbikoşin, ta li vê dunyayê navê me hebe û dengê me jî were bihîstin, û em jî bibin xwedî al û dewlet di bin ezmanê şîn de?

Almanya, 19.06.2020.

Mihemd Hesko (birasoz)

Back to top button