Nivîsar

Ka cîhada bi kurdan re caîz e?

KA CİHADA Bİ KURDAN RE CAİZ E ?

Gelî xwendevanan, şerê Sûrî wisa hatiye konaxekê di derbarê Sûrî de, mîrov şaş dimîne. Min berê jî nivîsek bi navê “bû İslam mı yoksa katlîam mı?” (Ev İslam e an jî Katlîam e?) nivîsîbû. Bi Xwedê her kuştin û komkujî ya li Sûrî de kezeba me diperitîne. Lê ji xêrî xemgînî, girî û hînek arîkarî tiştek  ji destên me nayê. Gerçî êdî di van demên dawî de girî jî eyb tên dîtin.  

Îroj di Alema Îslamê de kuştin bûye  tiştek  ji rêzê. Wek mînak, hîn do pêr li Lubnanê 40- 50 kes, li Îraqê her roj di bin 50-100 kesî de nayê kuştin.  Ji xwe Sûriye û Misir bûye gola xwînê.  Her roj bi hezaran kes têne kuştin. Heta anha me digot, di vê dema nûjen de dinya piçûk bûye kes nikare zilm û zordestî bike. Û me digot ger kû kesek ji xeta rast derkeve wê ji teref  Ewrûpa an jî “Neteweyên Yekbûyî” bête terbiye kirin. Çimkî me digot evana temsîliyeta edalet, wekhevî, mafê mirovan, demokrasî û hdw… Dikin . Ev tev pûç û vir derketin. Hat fêm kirin herkes li keys û berjewendiyên xwe mêze dikin. Çawa ku pêşiya goti “dar ketî berî li mirove” û “ker ket, pêt xwedi ye”.

Belê îroj pişt bi kesî ve nayê girêdan û  kes jî ji bo mirov awqas ne hêvi ye. Di nav arena cîhanê de nav û dengê herkesî li gorî hêz û taqeta wî derdikeve, û bandorê li cîhanê dike. Lê belê dîsa jî bê nas û dost û piştgiran nabe. Îroj  heke piştgirên Esed an jî Muxelîfan tunebiya, wan dikaribû awqas têkoşîn bide. Em dikarin bipirsin gelo dost û piştgirên Kurdan kîne?. Ez dikarim bibêjim Kurd tenê ne. Ew jî bi giştî ne. Dî nav Kurdan de yekîtiyek wisa xûrt nîne.

Bi rastî îroj şerê Sûrî bûye şerek navnetewî . Îroj di bin navê şerê Sûrî de hêzên Şiî û sunnî ; Emerîkî û Rûsî li hember hev têkoşîn didin. İroj Îran û Hîzbûllah bîlfîîl di nav şer de ne li gorî hinek agahiyan Hîzbûllah bi çil hezar milîtanî destek dide  rejîma Sûrî, û bî hezaran hêzên Sunnî yên biyanî jî di nav muxalîfan de cîh digrin. Ev rewş herçî diçe şer dijwar dike. Û ji çareseriyê dûr dixe.

Vê carê di nav Artêşa Azad a Sûriyê ango muxelîfan de jî hêzên muxelîf hene.  Piştî kû ew jî bi hev ketin. Bi taybet Artêşa Azad a Sûriyê ji bo kû ji van hêzên tûnd xilas bibe, ew êrişî ser Kurdan kirin. Nêzî du sê mehane hêzên wek “El Qaîde, Bîlad-i Şam, Dewleta İslam a Îraq” derê herbê li Kurdan vekirine. İroj parastina Kurd û welatê Kurdan PYD’ê girtî ser milê xwe. Ev jî bûye sedema çavnebariyê, di nav rêxistinên Kurdan de. Bi taybet her çiqas hinek zextên PYD’ê li ser Kurdan hebe jî divet Kurd PYD’ê wek dijminek nebînin. Çimkî îroj li Sûriyê de kara PYD’ê  ji zirarê wê zehf zêdetir e. Lê belê dive PYD an PKK Sîwan(şemsîye)a xwe berfireh bigre, bibe partiyek netewî.  Lê li gorî min, şaşîyek PKK’ê heye, xwe tenê Kurd dibîne û dest li ser destên xwe de naxwazin. Li Sûrî jî pirsgirêk ev e.

Bi rastî îroj Kurd ji Alema İslamê û ji misilmanan diljikestîne. Çimkî heta îroj Kurdan pirê caran zilm û zordestî ji dewletên Misilmanan dîtine. Ev hal el an jî dewam dike. İroj El Nusra êrişî ser gund û bajarên Kurdan dike. Û kes nabêje “kuro ka hûn çi dikin, hûn çima Kurdan dikujin, hûn çi ji Kurdan dixwazin, ka Kurda zilm li we kê kirî, hûn kî ji gund û bajarên we derxistine. Hûn her yek ji welatekî hatine hûn de’wa çi li van Kurdên reben dikin. Ka cîhada bi Kurdan re caîz e?” Ka hela binêrin û bifikirin van dewletên ku destek dide we çiqas dewletên şerîetêne. Berê berê ev dewletên ku destek dide we, ew nahêlîn hûn şerîetê bînin. Evan dewletan ne ji bo Xwedê ji bo berjewendiyên xwe yê sîyasî we dîxapînin. Bi rastî Ev şerîata kû hûn bi tang û topan û bi kuştin, şerjêkirin û komkujî yê jî bînin, ka hûn ê çawa vê şerîetê tetbîq bikin. Halbikî şerîet, heqîqet e, şerîet edalet e, şerîet nîzam û întîzama Reb’ul Muslimîn nîne a Reb’ul Alemîn e.

 Hîn ne bese Li gorî nûçeya AFP, Serokê Konseya Leşkerî ya artêşa azad a Sûriyê Ebdûlcebar Ekîdî, li Helebê bi serokê Eşîran û bi rewşenbiran re civînek li dar dixe. Di civînê de Akîdî tîne  zimên  û dibêje “ku ji niha û pê de emê dilê xwe bi PKK ê neşewitînin. Emê ji vir û pê de qirra PKK’ê bînin”   Hîn hevalên dîndar , dibêje ka negotî Kurd, gotî PKK. Ez jî dibêjim ka hûn dizanin pirên bajar û bajarokên Kurdan li sûriyê di dest PKK’ê de ne. Herba bi PKK’ re bê kirin bandor li ser temamên Kurdan dike. Ev jî ji bo Kurdan felaket e.

Serokê Cephet’ul İslamî a Kurdî Ebû Evdila di roportaje kê de dibêje: “Gelê Kurd ji Îslamiyetê derketiye ji bo ku dîn ji bîr nekin em însanan da’wetî îslamê dikin” subhanella ev çi gotinên tewşin. Ev çi zîhniyetên qirêjin. Ka Kurdên çawa pîşta xwe bi vanave girê bide. Û çawa bivanan re tifaqê çêke.
Way dibêje Emerîka û hêzen navnetewî yên mudaxeleyî Sûriyê bikin. Gelo piştî vê mudaxeleyê yên bihêlin Sûriye bibe dewletek İslamî? Na xêr. Wayê nehiştin tevgerereke weka İxwan li ser text bimînin çawa bihêlin El Qaîde desthilatdar bibe. Nexwe lazim e El Qaîde dev ji van xewnan berde. Û bela xwe ji ser Kurdan rake.

Ger ku Emerîka û Tirk têkevin Sûriyê, ji xwe ew hêzên tûnd, ê tev ji holê bên rakirin. Ez di tirsim tiştên ku Kurdan bi dest xistine ew jî, ê ji dest Kurdan bête girtin. Ji xwe Tirkiye pirê wî, ji bo Kurdan awqas ta Sûriyê girtî ye. Çimkî nekete İraqê Kurd bûn federal. Ji bo ku heman xete çê nebe vê carê dîqet digre.

 Ez her tiştî fêm dikim lê ez helwesta hinek Kurdên me yên bêxîret fêm nakim. Ev bêxîretên me hem arîkariya El- Nusra dikin, ne bese diçin beşdarî nav wan dibin û bi biraderên xwe re cenk dikin. Qaşo li gorî wan PYD çepgir e lewma wisa dikin. Halbûkî ku wisa be jî Xweda di Qurana Pîroz de dibêje “ Xuda,  nehya başî û edaletê nake  ji we, ji bo wan kesên ku ji ber dîn herbê bi we re nake û we ji welatê we dernaxe. Bi rastî Xweda ji kesên dadmend(adil) hezdike. (Mumtehîne 8) Gelo Kurdan kî ji welatê wan derxisti ye? Heke PYD tevgerek oldar ba û mafê Kurdan biparêza, gelo Komara Tirkiyê û wek hêzên El kaîde yen piştgirî bidana wan? Çima Şêx Seîd ê Kal, Xazî Mihemmed, Mele Mistefa, Xalid Begê Cibrîl, Yûsif Ziya Beg, Şex Evdilqadirê Nehrî, Seîdê Norsî hdw.. kominîst bûn .Bi rastî mesele ne fikr û raman e mesele Kurd û Kurdîstan e.

Dema ku Kurd, rexne li komên sivîl ê İslamî bi taybet yên Kurd dikin, xwe perçe dikin, rexneyê  jî qet qabûl nakin. Wê demê emên çend sualan bipirsin.

1- Kanê heta İroj  bi taybet ji bo gelê Kurd we çi kirî? Di nav sîyaseta cîhanê de hûn çiqas temsîliyeta gelê Kurd dikin.

2- We ji bo Filîstîn, Sûrî, Misir hdw… bi dehan daxuyanî û mitîng çêkirin, we ji bo Kurdan, bi taybet ji bo Kurdên Sûriyê  we çend heb çalakiyên wisa lidarxistin.Hûn dibêjin Kurd ne di bin zextandane li Sûriyê, halbûkî nêzî 150 hezar Kurd tenê li Başûrê Kurdîstanê bûne penaber(multecî)

3- Her roj Kurdên PKK’î û BDP’î  bi dehan  tir arîkarî didin Rojava. We jî awqas arîkariya aborî an fîzîkî, da Sûrî û Misrê. Gelo ji Kurdan re we çiqas arîkarî kir?

4- Gelo hûn çiqas li Kurdan xwedî derdikevin an derketine û Kurd jî çiqas li we xwedî derdikevin, çimkî “dil muqabilê dil e”

Bi rastî ez naxwazim dirêj bikim. Pêwiste hem oldarên me, hem sekulerên me, hem jî çepgir û rastgirên me  “xwerexne” bikin, ku bigihîjin encamekî xêrê.
Di dawî de ez dibêjim bila ez şaş ney fêmkirin, ez baş bême fêmkirin. Ez nabêjim alîkarî nedin xelqê Sûriyê, xelqê Filistînê, xelqê Misirê, wel hasil xelqên mezlûm û mexdûr. Arîkariyan mezlûm û mexdûran hem însani ye hem jî îslami ye. Ez dibêjim lazim e em li Kurdan(xwe) jî xwedî derkevin. Çimkî Kurd jî, ji xelqên din zêdetir hem mezlûmin hem jî mexdûrin. Dema kû ne wîsa be wê demê Kurd jî heqdarên bi guman bi nêrîn û bi nirxînin.
      
XULASEYÊ KELAM WESSELAM
 
30.08.2013

Ziyaeddîn EMBARΠ 

Back to top button