Martîn Luther Kîng û Helbestek e Dîrokî
Lideré Aştîxwaz û Demokrat yé Zencîyan
Martîn Luther Kîng
Martin Luther King!
Marthin Luther King !
Vay’l Missori’l Nıwyork û Dodrît,
Li Sît û şitadan,
war û bajaran
Buye hinga hıng,
buye dinga ding !….
Seré xwe rake,
péşkéşé reşan !…
Réberé jar û ketî’w bireşan
Me jî weka we serî hilda ye
Kurd jî weka we jar û perîşan….
Em Kurd ne reşin, belé bindestin
Jar û bireşin, hem géj û mestin
Maf tén standin
lé nayén xwestin
Bindestén hovan,
diz û qeleşan…
Xwezil em jî reş weka we bûna
Tirk, Ereb, Ecem hîç tinebûna
Em û hun hemî serbixwe bûna
Me jibîr bikra
van rojén ne xweş
Kole kole’nin bi hemû rengan
Ez ba te dikim bi hezar dengan
Seré xwe rake şéré aştîxwaz
Ev doza giran
béyî te nameş!…
Şakir Epözdemir
(1968 Hepsa Antalya)
Şakir Epözdemir
Min vé helbesté 45 sal beré, sala 1968é li girtîgeya bajaré Antalya yé gava Martîn Luter King hate qetilkirin nivisand û sala 2008é di 40 salvegera wé karesata dijwar da di Malpera Rizgari da neşir kir.
Çıqas bé şensim ku 45 sal beré ji bona azadiya Kurd û Kurdistané di zindana Antalya yé da heyfa xwe li lidereke héja û aştîxazé Zenciyan tînim, halé mileté xwe û yén reşikan li gelhev mikayese dikim; lé tené Kurdek ango Zencîyek nabéje mala te ava… Mamoste Cigerxwîn ‘Heval Robson’ nivîsî dinya alem wé helbesté ji ber e.
Gelo Kurdek di dinyayé da nikare vé helbesté tercumeyé İngiliziyé bike û ji Wekfa Luter ra ré ke. Gelo çı xisaré Kurdan di vé da hey e. Gelo ev bé şensiya min ewe ku ez welatparézim ? Yaxut ji ber ku ne zilamé réxistina nim? Li min xerîb té ev helwesta bé meléz û béyteş e.