Polîtîk

John Major: Ez gelek hez ji Kurdistanê dikim

Duhî şemiyê 28.05.2011 Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê pêşwazî li John Major serokwezîrê berê yê Britanyayê û şandeya pê re ku, ji Michael Aron balyozê Britanya yê li Iraqê û Criss Bawerz konsolosê giştiyê wî welatî li herêma Kurdistanê pêkhatibû, kir.

Di hevdîtinê de, serok Barzanî ji bo helwestên wî û piştevaniya mezina gelê Kurdistanê di serdema xebata dijî dîktatorîyê û koça çend milyoniya gelê Kurdistanê di derencama komkujî û jenosayda rejîma jinavçûyî beramber bi xelkê sivîl di destpêka salên nohtî sedsala derbasbûyî de spasiya John Major kir û got:
– Hûn dikarin şanaziyê bi van destkeftiyên ku ji sedema beşdariya we ya bi bandor di rizgarbûna gelê Kurdistanê ji wê zordarî û çewsandina ku xwe li ser gelê me da kêşabû bidetvehatine,  bikin.
– Gelê Kurdistanê gelekî bi wefaye û çakî û helwesta wan welat û dostên ku di dema nexweştirîn û dijwartirîn pêvajoyê de destê alîkarî û piştevaniyê ji bo dirêj kirî ji bîr nake.

John Major  serokwezîrê berê yê Britanyayê jî ji bo vê pêşwaziya germ spasî serok Barzanî kir û silavên şahjina Britanyayê Elizabeth II  gihandin serok Barzanî û got:
– Berî du rojan, di hevdîtina min a digel şahjina Britanyayê, min ew ji vê serdana xwe ya bo herêma Kurdistanê agahdar kir û daxwaz kir ku silavên wê bigihînim cenabê we.
Her wiha John Major behsa serkirdayetiya jîraneya serok Barzanî di Iraqa nû da kir û rola girînga serok Barzanî di meydana siyasî da, bi  taybetî ya ji bona lihevanîn û yekxistina hêz û pêkhatên Iraqê û vekirina dergehên herêma Kurdistanê bo pêşwazîkirina wan xûşk û birayên mesîhiyên ku, bi sedema kiryarên şidetê ji deverên din yên Îraqê qesta  Kurdistanê kirine, bi bilind û mezin wesif kir.

Li dor serdana xwe ya bo herêma Kurdistanê jî, serokwezîrê berê yê Birîtaniyayê got:
– Şerefekî mezine ji bo min ku îro serdana herêma Kurdistanê dikim. Ez gelek hez ji Kurdistanê dikim. Ji ber hindê ev mêjve bû min hez dikir serdana we bikim. Lê belê her carê ew derfet ji bo min pêknedihat. Hertim  zanyariyên di derbarê Herêmê  ji aliyê berpirsên Britanya ve digihiştin min û ew zanyarî jî gelek hêvî bexş bûn. Vê yekê jî wiha kir biryara xwe ya dawî bidim û serdana we bikim daku ji nêzîk ve wan destkeftan, yên ku piştî sala 1990 bidestve hatine bibînim ku, birastî jî cîyê balkêşiyê ne.

Nirxandina rewşa aboriya Kurdistanê,  rewşa giştiya Iraqê, pêvajoya siyasî û demokrasiyê, ew tengasiyên dikevine pêşiya pêvajoya siyasî û ewlehiyê, pêşketinên dawî li hinek welatên erebî û bandora wan pêşketinan li ser navçeyê bi giştî mijarên din yên  hevdîtina Barzanî û Major bûn.

Di dawiya hevdîtinê de, serok Barzanî daxwaz ji serokwezîrê berê yê Britanyayê kir ku silavên wî bigihîne Elizabeth II şahjina Britanyayê.

Back to top button