Civak

General a êfade dan û azad bûn

Di çerçova doza Balyozê de doh hinek generalên li ser kar çûn dadgehê û êfada xwe dan. Lê fermandarê Dibistana cengê ya leşkerî orgeneral Bilgin Balanli, nexweşiya xwe kir sedem û neçû dadgehê.

Êfada van generalan 12 demjimêrî berdewam kir. Di encam de ev generla hatin azad kirin. Tişta balkêş ew bû ku, ev general roja 27- Gulanê daxwaz kirin da ku bişin dadgehê û êfada xwe bidin. ew roj salvegera înqilaba leşkerî ya 27 gulan a 1960-î bû. Di encama înqilaba leşkerî de serokwezîrê wê demê Adnan Menderes û hevalên wî hatin girtin û ew îdam kirin. Heta wek îro îdam kirina Adnan Menderes di raya giştî ya Tirkiye de tê gengeşe kirin û ev bûyer her di rojeva siyasetê de zindiye.

Back to top button