Jin di civakê de çelaktir dibin
Duhok – Meclisa Bajarê Duhokê bi hevkariya Yekitiya Jinên Kurdistanê kursek vekirin û 36 jin li ser pirsên civakî di vê kursê de perwerde bûn.
Piraniya van jinan ji deverên wek Şêxan û Şingalê bûn.
Ayşa Şewket berpirsa ragihandina meclisa parêzgeha Duhokê ya Yekitiya Jinan di vê derbarê de daxûyanik da û got: “Ev xole(kurs) ji bo mehekî bû, û gelek babetên cuda perwerde tê kirin. Armanca me ewe ku jin di deverên xwe de çêtir bikaribin xizmetê bikin û di warê civatî de zanetir bin.“
Herweha derçûya yekê ya vê xolê Şanaz Ferîd da diyarkirin ku; Xolekî gelek baş bû. Me mifayek(feydeyek) gelek baş jê dît. Emê hewlbidin ku jin û mêr di yek astekî de bin.
Li Kurdistanê ji bo jin bikaribin çelaktir kar û xebatên xwe bikin û jiyana civakî de xwedî karekî bin, ev xolên bi vî awayî gelek baş dibin. Yekitiya Jinên Kurdistanê di vê warî de çelakiyên berbiçav dike.