Li Mêrdînê şer çêbû

Mêrdîn – Şevîdin li Kiziltepe hinek kesên nenas, êrîşek çekdar biribûn ser otomobilek ya polisan û di encam de du polis û du hevwelatî birîndar bibûn. Birîna polisekî giran bû.  Ew polisê ku birîna wî giran derange şevê mir.

Piştî vê bûyerê polis û leşkeran rê li Kiziltepe girtin û lêgerinek berfireh kirin. Li gora agahdariyên medya Tirkî didin kêsên ev êrîş kirîn û polisek kuştîn yek birîndare kirîn çekdarên PKK-ê bûn. Herweha li gora nûçeyên televizyonên Tirkan,  polisan li taxekî ya Kiziltepe , şûpa çekdrên PKK-ê dîtin û şer çibû. Di encama şer de du çekdarên PKK-ê jiyana xwe ji dest dan.

Di vî warîde heta niha tu daxuyaniyên hêzên çekdra yên PKK-ê nehatiye diyarkirin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: