Cîhan

Sipandina sizayên nû dijî Îranê, liser helwesta Tehranê bi xwe disekine

Bi gotina wezîrê derve yê Îranê Manûçêrx Motakî , di maweya 10 rojên dahatû de gerek şandeke Îranî serdana Rûsya , Libnan , Çîn , Oganda û rêzeke welatên din yên encûmena asayişa N Yî  bike .

Sedemên vê bizavê li ber çavin , û sade eşkere û zelalin . Li Tehranê tê de gihiştin , ku bihina bijirînê  di hewayê de belav dibe  . Piştî rawestendineke dirêj , dîsa li encûmena asayişa N Yî dest bi gengeşekirina  pirojeya sipandina sizayên nû derheqa Îranê de  hate kirin . Divê bareyê de nûnerên her 5 welatên dayim di encûmena asayişê de, li  gel Almanya jî , 2 civîn jibo gotebêjkirina doseya atomî ya Îranê pêk anîn e . Li gor ragihandina wan, şêwirmendiya di vê arastê de bihevre kirin erênî bû .

Lewra jî Teharan baş fam dike , ku bîr û nerînên beşdarên guftûgoyan roj bi roj nêzî hev dibin . Ev jî tê wê wateyê ,ku beşdarên proseyê ber bi stendina biryarên hevbeş ve diçin . Herweha pêdivê bi amajekirinê ye , ku Çîn ya ,ku heta nûha dijî sipandina sizayan bû , ew jî, beşdarî van civînan dibe . Di gel vê de serokê Rûsyayê D. Mêdvêdêv jî , di çarçova gotara ,ku 14 nîsanê li zangoya emerîkî Bûrkîng pêkêşê kir , wisa jî ragihand , ku ne dûre ,ku sizayên nû dijî Îranê bêne sipandin . Belê Mêdvêdêv di gel vê de jî amaje kir , ku heta nuha jî Îran bi pêşniyazên civata navnetewî ve mijûl nebûye . Lê tevî vê jî, lîderê rûsî dîsa tekiz kir , ku  Rûsya ne meyldar e ,ku siza bêne pêkanîn .

Lê wexte ne jibo berjewendiyên Teharanê xebatê dike . Û tê famkirin , ku misyona ,ku îro dîplomasiya Îranê hewil dide pê rabe derneg dest pê bû . Di cîhanê de cendîn tê pesendkirin , ku Îran bi lîstika “ û Misşkê“ bi civata navnetewî re dileyze . Geh pêşniyazên “koma 6“ navbiran û ajansa atoma navnetewî qebûl dike , û geh bi tundî wan ret dike . Di destpêkê de pêşniyaza Rûsya , Ferensa û Emerîka derbareyê hevdûguhestina ûrnyoma nizim meyandî bi sotemeniya atomî  re qebûl dike , lê demekê li paş ji gotinên xwe direv e .Dûre tê xuyanîkirin , ku qebara mewadên hatinbûn  destnîşankirin jibo guhestinê li hesabê Îranê nayê . Lê hinekî derengtir diyar dibe , ku Îran doz dike ,ku proseya hevguhêzê liser qada wê bête kirin.

Li ser bingha van kirdar û karên  Teheranê , civata navnetewî  dibîne , ku Tehran bi vê sistkirin û şidandinê , demê dirêj dike , û velêkolînên atomî ne jibo armancên aşatane pêk tîne , belê jibo kar û barên leşkerî vê xebatê dike . Lewra jî heger Tehran bixwaze  , ku siza derheqê de nêne sipandin , gereke bi zelalî bersiva pêşniyazên hatine raberkirin bide , û dest bi hevkariyeke hem alî bi ajansa atoma navnetewî û “koma 6“ navbiran re  bike ,da,ku karekterê aşatane yê programa xwe ya atomî takîd bike .

 


Jîder “Dengê Rûsya“ pişka zimanê kurdî

Back to top button