Dosya

Komkujî, Trajedî û Berpirsîyarî!

Gotina ermenî li Tirkiye di nav civat de hercar bi maneyeka xirab tê behs kirin.. Zaroktîya min li Sêwrek û Diyarbekirê derbas bû , di derûdora min de çi li xwendegehan de çi li taxa mala me, di nav me de bi sedan kesên asil ermenî hebûn lê me wan bi navên din binav dikirin.

Bi destê dewleta dagîrker navê wan bi awayekî dî hatibû empoze kirin.  Weke ku navê ermenî ji binî qedexe be bi bêjeyin din dihatin binav kirin. Wek, “fille”, “donme”, “gawûr”, “muhacîr” û wekîdin.

Ermenîyên ku ji qetlîamê xilas bûbûn ji tirsan di nav civatê de nasnameya xwe ya ermenîbûnê eşkere nedikirin.

Wekîdin, hin ji salmezinên me kurdan, di behsa serpêhatiyên xwe ji bo zarok û newîyên xwe de behsa “ermenîyan” bi navên wan ên “nû” dikirin. Serpêhatîyên wan piranî ji dema salên destpêka sedsala 19 an bû. Hin ji wan wek efser/mîlîs di bûyerên dijber kesên ne musulman de cîh girtibûn.

Ji ber ku me di mekteban de, di pirtûkên dîrokan de vê pirsê nexwendine û di destê me de tu bingeheka (delîlên) ilmî tuneye bi rastî jî zehmet e ku em zanibin di wan salan de bi rastî çi rû daye.

Lê rastîyeka dî jî heye ku girîng e mirov li vir behs bike.

Mirov dîrokê bes ji pirtûkan hîn nabe.

Çavdêrîyên civakî biqasî pirtûkan girîng in.

Li gor wan çavdêrîyan ez bi rehetî karim bêjim ku di pirsa sîyaseta dijber kesên ne-musulman li welatê ku em lê dijîn bûyerên gellek trajîk û tarî pêk hatine.

Pêwîst nake em xwe bispêrin pirtûk û arşîvên veşartî yên tirkan. Ji sîyaseta wan a piştî damezrandina komara Tirkiye û heta îro bi sedan nimûne hene ku tirk li hember gel/neteweyên dî sîyaseta asîmîlasyon/paqijkirin û înkarê meşandine. Pêwîst nake em gelkî dûr biçin hê îro jî ew sîyaset bi her awayî di rojeva desthilatdarên tirkan de dom dike.

Li gor çavkanîyên bêteref qetlîama ermanîyan (kesên ne-musilmanan) wek sîyaset/biryar bi destê desthilatên wê demê partîya Îttîhat û Terakkî hatiye girtin û herweha di serpereştîya wan de jî ev plan/proje pêk hatiye.

Ji ber ku plana wan serkeve xwestine  wek taktîk ji musulmantîya kurdan îstîfade bikin. Bi rêya hin beg û axayên kurdan beşeka girîng a plana wan hatiye tatbîk kirin.

Wê demê hestên olî pir caran diketin pêş hestên netewatîyê. Ji xwe musulmantîya kurdan di dîrokê de hercar li ber pêşeroja kurdan bûye astengeka mezin. Di vê qetlîamê de jî musulmantîya kurdan roleka neyînî lîstîye.

Divê em ji bîr nekin ku di vê qetlîamê de bi hezaran kurdên êzidî jî hatine kuştin an jî ji welatê xwe sirgûn bûne.

Em dikarin rewşa wê rojê û îro bidin ber hev da ku sîyaseta tirkan baştir têbigihên. Li hember kesên gayrî musulman Hemîdîye Alaylari û li hember tevgera kurdan Hêza Cerdevanan (qorûcûyan).  Sîyaset û hedef  di herdu haletan de de ne hatiye guhertin.

Parastina “welatê” tirkan ji “dijminên” hundir û derve!

Dîsa ji çavkanîyên bêteref em dixwînin ku ji alîyekî dî gellek eşîr û malbatên kurdan di dema qetlîamê de alîkarîya dost û cîranên xwe yên ne-musulman kirine..

Ji ber ku kurd wek civat wê demê xwedan desthilateka sîyasî/eskerî nebûne mirov nikare ji ber hin take-bûyeran kurdan tawanbar bike.

Dîyar e heke desthilata civata kurdan di destê kurdan de ba qetlîama ku jî alî tirkan hatibû plan kirin dê bêguman ser neketa. Heke dengê kurdan yek ba wê piraniya civata kurdan bi tundî li dij planên wisa derketana.

Yek ji delîlên vê yekê hebûna gellek kesên asil ermenî di nav tevgera azadîxwazê kurdan û herweha berdewamîya dostî/hevaltîya nav kurd û ermenîyan e.

Tevgera azadîxwazên kurdan lazim bû li ser vê bûyerê zêdetir serê xwe biêşanda û  xwedan nêrîn û program ba. Ev kêmasî divê bi nirxandineka dîrokî û objektîf bê hazir kirin.

Helbet şopa bûyerên dîrokî, trajedîyên ku bûye sebeba mîlyonan kesên sivîl zû bi zû ji mêjîyên mirovatîyê winda nabe.

Lê divê bûyer bi navê xwe yê rast bên behs kirin.

Gava dewleta Osmaniyan ber bi perçebûnê ve diçû, dema erdên îsxalkirî li Balkan û Rojhilata Navîn yek bi yek ji destê wan xilas dibûn partîya Îttîhat Terakkî biryara “paqijkirina” kesên ne musulman dan..
 
Sîyaseta tirkan paqijkirin (bi gotina wan î resmî, teşhîr) yanî di pratîkê de bi mîlyonan kesên ne musulman ji welatê wan yê hezar salan sirgûn kirin bû. Wan jî pir baş dizanîbûn ku gellek ji wan ê di rê de bên qetil kirin an jî bimirin û tu carî navegerin welatê xwe yê bav û kalan.

Curum bi destê desthilatdarîya Osmanîyan pêk hatiye û divê Tirkiye ku li ser wê mîrasê rûniştîye vê hesabê bide mirovatîyê û cerîmeyê wê jî bikşîne.

Dibeku bi qebûlkirina van rastîyan, ermenî, kurdên êzidî, suryanî, kildanî nikaribin vegerin werin ser ax û welatê xwe. Lê ji ber ku zordestî bi tundî bê mehkûm kirin ji ber ku trajedîyên dijwar li dîrokê cîhê xwe bigrin, divê rastî bi navê xwe yê rast derkeve holê.

Keya Izol – Stockholm

22-04-2010

Back to top button