Kultur

Ji Weşanên DOZ 4 pirtûkên nû

Weşanên DOZê ku yek ji saziyên weşangeriya kurdî ya bi navûdeng e, beriya Fuara Pirtûkan a Amedê 4 berhemên nû da nasîn. Ji 4 berhemên hatine çapkirin 2 jê bi kurdî û 2 jî bi tirkî ne.

Herdu berhemên ku bi kurdî hatine weşandin bi navê Otobûsa Kesk & Tebeşîra Zer (Romana Efrînê) e. Her du berhem jî ji aliyê nivîskarê navdar Jan Dost ve hatine nivîsandin. Çîrokên her du romanan bi hev ve girêdayî ne û li Rojavayê Kurdistanê û Helebê diqewimin. Di van romanan de Jan Dost hewl dide trajediya malbateke ku ji ber şerê Sûriyê wêran bûye ji xwendevanan re eşkere bike.

Li gorî agahiyên ku ji weşanxaneyê hatine girtin, du berhemên ku bi tirkî hatine weşandin, bi navê Tezên li ser Neteweperestiya Kurd – 1 (Ercan Balkêş) û 30 Roj (Azad Sağnıç) in.

Her wiha nivîskar û siyasetmedar Azad Sağniç bi romana xwe ya siyasî 30 Roj dîsa silav da xwendevanên xwe. Sağnıç di vê romanê de balê dikişîne ser îşkenceya ku di salên 1980’an de li girtîgehan li Kurdan dihat kirin.

Back to top button