Civak

Malbat ji biryara dadgehê ne razî ne.

Ji 2 malbatên Dihokî 5 kes 19ê Kanûna Paşîn a 2023yan li ser rêya Mêrdîn û Nisêbînê hatibûn kuştin.

Di dozê 2 jê girtî 5 kes dihatin darizandin.

Faris Akseven û Abdullah Kaplan bi 5 caran cezayê muebetê hatin cezakirin û her wiha ji ber “talan û diziyê” jî bi 15 sal cezayê girtîgehê hatin cezakirin.

Parêzerê malbatên qurbaniyan Şehmuz Akat:

“Dadgehê heta îro gelek lêkolîn kirin. Hem li ser telefonên wan, hem li ser hesabên wan ên bankayan lê bi awayekî berbiçav negihîşt encameke din û ji ber wê biryareke wiha da.”

Xizmên qurbaniyan ku ew jî li salona dadgehê amade bûn û doz dişopand û ji encamê nerazî bûn.

Malbatan piştî rûniştinê pankartên “Îdam heq e” bilind kirin û nerazîbûna xwe li dijî biryarê nîşan da.

“Em zanyarî û hukmên vê dadgehê red dikin”

Xizmê qurbaniyan Herbî Celaleddîn li ser biryara dadgehê got:

“Em wekî malbatên qurbaniyan zanyarî û hukmên vê dadgehê red dikin.

Tê gotin wekî ku ji bo diziyê ev bûyer hatibe kirin ne rast e. Ne em vê qebûl dikin, ne jî xelk qebûl dike.

Em vê dozê li vir bi dawî nakin, ev doz dê vekirî bimîne heta ku em bigihêjin encamekê.”

Xizmê qurbaniyan Necm Ebdûllah Rêkanî anî ziman:

“Di vê dozê de em mezlûm in. Em dibêjin ev plankirî ye.”

Xizmê qurbaniyan Nasir Rêkanî diyar kir ku biryar ne di cih de ye û got:

“Divê îdam were. Divê îdam were ku ev bûyerên wiha kêm bibin.”

Xizmê qurbaniyan Faris Celaleddîn jî da zanîn:

“Divê em heqîqeta pişt vê meseleyê zanibin. Ev kî ne, ji bo çi ev tişt kirine, kî li pişt vî karî ne.

Ev bûyer bi plan hatiye kirin, ev karekî wiha ye ku hema ji ber xwe ve hatibe kirin.”

Di dozê de dosyaya kesê ku çek û gule firotine tawanbaran ji dosyaya malbatan hat cudakirin.

Her wiha ji bo xwediyê otomobîla di bûyerê de hatibû bikaranîn jî biryara beraatê hat dayîn û Çîgdem Bozkurta ku Abdullah Kaplan piştî bûyerê li mala wê xwe veşartibû bi 6 meh û 20 rojan hat cezakirin.

Têbiniyek:Li Tirkiye roja 3.8.2002 ê cezayî Îdamê di çerçoveya daxwaziya Yekitiya Ewropa de hatiye rakirin.

Back to top button