Civak

Apikur pêşwaziya pêşniyara hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dike

Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Herêma Kurdistanê (Apikur) pêşwaziya pêşniyara Civata Wezîrên Îraqê li ser destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dike.

Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Herêma Kurdistanê (Apikur) îro (Pêncşem, 14.11.2024) li ser pêşniyara Civata Wezîrên Îraqê ya girêdayî edilandina madeya 12ê ji qanûna budceyê, ku girêdayî xerciya berhemanîna petrolê li zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê ye, ragehand, “Em pêşwaziya wê biryarê dikin.”

Apikurê di ragehandinekê de amaje da, “Ew pêşniyar ji bo bicihanîna daxwaziyên me derfet e, herwesa ji bo gerentîkirina dana pereyê hinardekirina petrolê di dema borî û paşerojê de jî derfet e, bi rêya boriya Îraq – Tirkiyeyê.”

Apikurê herwesa amaje daye ku, ji bo danûstandinên berhemdar bi berpirsên Hikûmeta Îraqê û Herêma Kurdistanê re amade ne, ji bo ronkirina hûrgiliyên serekî û bidawîanîna lihevkirinên nivîsî, berî destpêkirina hinardekirina petrolê.

Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Herêma Kurdistanê ron jî kir, “Em bi Serokwezîrên Îraq û Herêma Kurdistanê re hevnerîn in ku, destpêkirina hinardekirina petrolê dê feyde ji bo xelkê Îraq û Herêma Kurdistanê hebe.”

Civata Wezîrên Îraqê li roja Sêşemê, 05.11.2024, bi serokatiya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî civiya û di wê civînê de çend biryar derxistin, yek ji wan biryaran girêdayî pejirandina pêşniyarekê ji bo edilandina madeya 12/B2/C ji qanûna budceya sêsalî ya hejmar (13 a sala 2023ê) bû.

Back to top button