Di doza kuştina 5 welatiyên Herêma Kurdistanê de biryar hat dayîn
Di doza ku di sala 2023’an de li Mêrdînê 5 welatiyên Herêma Kurdistanê hatin qetilkirin de ji bo 4 tawanbaran ku dihatin darizandin biryar hate dayîn.
Tawanbarûn girtî Fariz Akseven û Abdullah Kaplan ku hat fêhmkirin ku bûyer bi hev re pêk anîne, cezayê herî giran ji bo wan hate dayîn. Cezayê muebbetê yên giran li wan hat birîn.
Dadgehê biryar da ku Fariz Akseven ji ber sûcê li dijî jinan kiriye 2 cezayê muebbetê yê girankirî û 5 cezayê muebbetê yê giran jî birî.
Akseven jî ji ber talankirinê 15 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Dadgehê du caran cezayê muebbetê yê giran li Abdullah Kaplan birî. Ji ber ku Kaplan sûcê li dijî jinan kiriye jî 3 cezayê muebbetê yê giran lê hat birîn. Ji bersûc Kaplan jî ji ber sûcê talanê 15 sal cezayê girtîgehê hat birîn.