Polîtîk

“Ji şer ra ‘’na’’, ji Kurdistanê re statu”

6 Partîyên Bakurê Kurdistanê Li Amedê Gotin Ku “Ji şer ra ‘’na’’, ji Kurdistanê re statu”6 Partîyên Bakurê Kurdistanê Hareketa Azadî, ÖSP, PAK, PAKURD, PDK-BAKUR, PSK roja 08.01.2016 li Amedê li Qada Şêx Seîd jibo şerê ku li Bakurê Kurdistanê didome daxuyanî dan çapemenîyê û gotin ku “Ji şer ra ‘’na’’, ji Kurdistanê re statu”.Daxuyanî saet di 13.00ê de li Qada Şêx Seîd li ber barîkatan di bin ablukaya polîsan da destpê kir. Polîsan nehiştin ku girse têkeve qada Şêx Seîd ji ber vê yekê daxuyanî li ber barîkatên qadê hat dayîn. Polîs bi hêjmarek gelek zêde li cihê çalakîyê bûn.Daxuyanî bi Kurmancî ji alîyê endamê meclisê yê PSKyê Bora Balîn bi tirkî jî ji alîyê Sekreterê Giştî yê Hareketa Azadîyê Sıdkı Zilan ve hat xwendin. Daxuyanî gelek caran bi diruşmên “Bijî Azadîya Kurdistanê” hate birîn.Çapemenîyê eleqeyeke baş nîşan da.Girse piştî daxuyanîyê bêdeng belav bû.Hareketa Azadî, ÖSP, PAK, PAKURD, PDK-BAKUR, PSK Daxuyanîya hate xwendin ev e;Ji raya giştî ya Kurdistanê û Tirkîyê raJi şer ra ‘’na’’, ji Kurdistanê re statuLi Kurdistanê tarîx careke din tekerur dike; Gelê Kurdistanê careke din tûşî kuştin, wêranî û koçberîyê dibe. Dewleta Tirk bi navê ‘’yek dewlet, yek milet, yek welat, yek al’’ê û bi rêbazên tûnd û tûjîyê, dixwaze sîyaseta neçareserîyê berdewam bike.Ev şerê ku careke din destpêkirîye, bûye sedema vala kirina navçe û bajaran; bûyê sedema koçberîya bi deh hezaran gelê me.Dewleta Tirk bi rêya şîdetê dixwaze bigihêje armancên xwe; lê PKK jî bi navê ‘’ bi şerê çekdarî li bajaran ava kirina herêmên azad’’ xendekan dikole û rê ji Dewleta Tirk re xweş dike.Di encamê de yê zararê dibîne gelê me ye, welatê me ye.Va ye çend gav ji me wêdetir, li Sûra ku mîrasên mîrovayetîyê di nav xwe de dihewîne, li Silopîyê, Cizîrê, û li gelek navçeyên Kurdistanê zarok, jin, gelê me yê sivîl dibin armanca êrîşan. Dewlet di nav kolanên ku gelê me tê de dijîn dixwaze bi tank û topan ‘’asayîşê’’ pêk bîne. Gelê me, li ser xwarinê an gava ku li mala xwe rûniştinin, gava di kolanê de dimeşin, gava ku îbadeta xwe dikin, bi guleyan, bi top û tank û roketan têne kuştin. Birîndar nikarin biçin nexweşxaneyan, cenazeyên mirîyan bi rojan li kolanan dimînin, tu kes nikare midaxale bike. Cenazeyên hinekan bi rojan di nav qerîsekan de li malan têne parastin.Ew aîleyên ku mecbûr mane mala xwe terk bikin, li cem nas û dost û eqrabayên xwe yên hejar , di nav şerdên perîşanî de, birçî û li ber sermayê nin. Aborîya van navçeyan îflas kirîye.Ew alîkarîyên ku tên kirin jî, li himber vê felaketa mezin, mixabin têra tiştekî nake. Alîkarîyên hinek dezgehên sivîl têne asteng kirin. Rêveberîyên mehelî û şaredarî di vî warî de wazîfeyên xwe pêk naynin.Di van rojên dawîyê de, bi taybetî zarok, jin û siyasetmedar bi zaneyî dibin armanca êrîşan.Dîsa behsa, girtina partîyên sîyasî û behsa ‘’bedel dayîna’’ sîyasetmedaran tê kirin. Aşkere ye ku ev sîyaset û helwest dê pirsgirêkan aloztir bike, rêya çareserîyê dê zêdetir bixetimîne. Ev ne di berjewendîya gelên Kurdistanê de jî, ne di ya gelên Tirkîyê de jî ye.Em ji ber vê rewşa xeter û nemirovane, bangî hemû cîhanê dikin ku mudaxaleyekê bikin.Em careke din bangî Netewên Yekbûyî, Yekitîya Ewrûpa,Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê û hemû parastvanên mafê mirovan dikin ku, jibo ev şer raweste, li ser Dewleta Tirk û herweha li ser PKKê zextên xwe zêdetir bikin.Em bangî hemû Walî, Qeymekam, Şaredar, Weqif,Dezgehên Sivîl û karsazên Kurdistanê û Tirkîyê dikin ku jibo gelê me yê Sûrê, Cizîrê, Silopîya û navçeyên din, alîkarîyeke berfireh ya însanî demildest bê organîze kirin.Divê demildest Dewleta Tirk û PKK du alî bi awayekî mayînde şer rawestînin. Heta ku ev gav neyê avêtin, rêya dîyalog û çaresrîyê venabe. Divê hemû partî û rêxistinên sîyasî yên bakurê Kurdistanê , li gel garantorên navneteweyî bibin mixatabê Dewleta Tirk û pêvajoyeke çareserîyê ya bi van mixataban divê dest pê bibe. Divê Dewleta Tirk tank û top û leşker û tîmên xwe yên taybet ji nav navçeyan vekişîne û divê hemû xendek û barîkat jî rabin.Dewleta Tirk divê qedexeyên derketina kolanan betal bike û jiyan normalîze bibe.Pirsa Kurd û Kurdistanê divê li ser esasê statuyeke wekhevî, edalet û hiqûqê, bi rêyên aştîyane û sîyasî bê çareser kirin. Jiber wê jî em dibêjin ‘’Ji şer re ‘na’, Ji Kurdistanê re statu’’. Û em bangî gelê xwe dikin ku, hêz û piştgirîyê bide van daxwazên me; ev daxwaz di eslê xwe de daxwazên rewa yên gelê me ne.Em wek partî û tevgerên bakurê Kurdistanê careke din ji gelê xwe re aşkere dikin ku em ne navbencîyên hin alîyan in; em bi xwe alîyekî çareserîya pirsa Kurdistanê ne.Em wek alîyê Kurdistanê, jibo çareserîyeke adilane û mayînde, amade ne, bi Dewleta Tirk re jî, bi PKKê re jî, bi Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê re jî, bi Yekitîya Netewan û Yekitîya Ewrûpa re jî hevdîtinan pêk bînin.Em vî şerî, van wêranî û kuştinên li ser gelê xwe û welatê xwe qebûl nakin. 08.01.2016Hareketa Azadî, ÖSP, PAK, PAKURD, PDK-BAKUR, PSK

Back to top button