Îroj

9’ê Rêbendan

9’ê RêbendanDi sala 1937’an û di rojekî wekê îroyê de Leon Trostkî ji alyê Joseph Stalînê ve ji Meksîkayê re hate sirgûn kirin.Lev (an jî Leon) Davîdovîç Trotskî (bi rûsî: Лев Давидович Троцкий, Lev Davidovich Trotsky) (* 7’ê sermawezê 1879 li Yanowka, Ûkrayna; † 21’êgelawêjê 1940 li Coyoacán, Meksîk) siyasetmedar, fîlozof, şoreşger û yek ji pêşengên Şoreşa Bolşewîkan e.Bi navê Lev Davîdovîç Bronşteyn li Yanowka di malbateke bingeh-cihû de ji dayîk bûye. Trotskî kod navê wî ye. Avakerê Artêşa Sor a YKSS, teorîsyenekî Marksîst bû cihekî wî yê girîng hebû di destpêka şoreşa sosyalîst a li Rûsyayê. Piştî mirina Lenîn, nakokî di nava pêşengên şoreşê de derdikeve. Trotskî bi navê “şoreşa bêdawî” eniyeke avadike. Gorî wî divê mirov bi deskeftinên li Rûsyayê nesekine, şoreşê him li Rûsya, him jî li rûyê dinyayê nûvejîne. Xebat û nêrînên wî him li rûyê dinyayê gelek dostan, him jî dijminan dertîne holê.Têkoşîna mezin di navbera Stalîn û Trotskî de pêk tê. Stalîn biserdikeve û Trotskî ji hemî peywirdariyên xwe tê destkişandin. Berê şoreşa Lenîn difikirî vediguhêze û dikeve bin bandora Stalîn. Stalîn hemî demokrasiya sosyalîzmê radike, bi sed hezaran mirovan zindanî dike. Sosyalîzma ku dê azadî bianiya, tirs, zilm û zordariyê tîne. Trotsky ji YKSS tê derkirin. Di nava salên 1929 û 1933 li Stenbola Tirkiyê dijî. 20’ê reşemiyê 1932 da ji hemwelatiya YKSS tê avêtin.Stalîn ti rehetiyê nade wî. Lawê wî tê kuştin û keça Trotskî li Berlînê tê dînkirin. Trotskî ji Fransa, Norwêc û cihê ku diçe tê derkirin. Ajanên Stalîn nahêlin ew têkoşîna xwe bidomîne. Di 21’ê gelawêjê1940 de li Meksîkê ji aliyê sîxureke Stalîn tê kuştin.

Back to top button