Polîtîk

Ji Raya Giştî ya Kurdistanê re

Hin mişraqên nenas ev çend roj in li ser medyaya civakî di derbarê me de îdiayên bêbingeh tînin ziman û dixwazin ku em bersîvê bidin wan. Lê em nizanin ku xwediyê van îdiayan kî ne. Ji ber ku xwe di paş navên sexte de vedişêrin û van îdiayan dikin.

Pêşiyê em dixwazin dîyar bikin ku li Kurdistanê li hember tu kevneşopên siyasî û qadroyên ku di nav wan de cih digirin ne tu pêşdaraziya me heye û ne jî tu pirsgirêkek me yê şexsî bi wan re heye. Wek ku me berê jî gelek caran anî ziman em ne girêdayî tu rêxistinê ne jî. Em rêxistinek ciwanan a serbixwe ne.

Emê bersîva wan şexsan bidin lê bi şertekê. Ew dibêjin ku di destên wan de belge hene û me bi hin cihan ve têkildar dikin. Li hember heval û hogirên me îdiayên heqaretwarî dikin.

Em gazî wan dikin ku di serî de Dîyarbekir li ku derê Kurdistanê bixwazin û dîsa bi başdarbûna ew kîjan serokên eşîran, şêxên terîqetan, mezinên di nav civakê de an rêberên siyasî bixwazin cemaeteke li gor edetên Kurdan bê çêkirin, em tevde beşdar bibin û em dixwazin ku ew hemû belgeyên di destên xwe de yên di derbarê me de pêşkêşî vê cemaetê bikin. Ger ev cemaet îdiayên wan rast bibîne em soz didin ku emê ji wan û ji raya giştî ya Kurdistanê daxwaza lêborînê bikin û cemaet di derbarê me de çi biryarê bide emê rêzê lê bigrin û pêk bînin. Lê ger ew neheq derkevin divê ew jî rêzê li biryara ku ewê cemaet di derbarê wan de bide bigirin û wê biryarê bi cih bînin.

Niqaşên ku di vê cemaetê de bibin emê bigirin vîdeoyê û emê bi raya giştî ya Kurdistanê re parvebikin. Di vê pêvajoyê de em soz didin ku parastina xwediyên îdiayan emê bikin. Ger cihên wan dûr bin û nikaribin werin û herin, lêçûn û mesrefên wan jî emê temîn bikin. Ew bixwazin kî di vê cemaetê de cih bigire, emê bixwe biçin bi wan re biaxivin û wan qaneh bikin ku di vê cemaetê de cih bigirin.

Em dizanin li Kurdistanê mirovên hêja ku bûyerên bi vê rengê çareser dikin pir in. Em gelek ji wan nasdikin û tu gumana me tuneye ku ewê alikariya her du aliyan jî bikin.

Li gor me wek hewcedariyeke Kurd û Kurdistanî bûnê, şiklê bersîv dayina van îdiayan ê herî cidî û rewa ev e. Ji xeynî vê bila tu kes li hêviyê me nemîne ku em ji ser medyaya civakî bersîva wan kesên ku navê wan, cismê wan û rengê wan ne dîyar e û bersîva nîqaşên ku her diçe radeya wan dikeve bidin.

Em rêzdarê hemû Kurdistanîyan e û bi hemû hêstên xwe wan slav dikin.

Koordînasyona Revebiriyê ya Tevgera Ciwanên Kurdistanê

Back to top button