Navê wezîrên pêşniyarkirî bo hikûmeta Kurdistanê
Yek heftî li pêşiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê erikdarkirî bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê maye û hêşta nidek aliyan navê hemû wezîrên xwe diyar nekirine.
Li gor Rûdawê ev lîsteya li jêr navên wan wazîran in yên partiyên wan ji bo kabîneya nû a hikûmeta herêma Kurdistanê pêşniyar kirine:
Wezîrên YNK:
Rêkewt Heme Reşîd bo wezareta Tenduristî
Xalid Doskî bo wezareta Rewşenbîriyê
Derbaz Kosret Resûl bo wezareta Avedankirin û niştecîkirinê
Wezîrê Karûbarê Şehîdan û Enfalkiriyan bo helebceyiyekî dibe
Wezîrê Xwendina Blind jî bo kerkûkiyekî dibe
Wezîrên Tevgera Gorranê:
Mistefa Seyid Qadir bo wezareta Pêşmerge
Rêbaz Mihemed bo wezareta Darayî
Arast Welî bo wezareta Bazirganî û Pîşesazî
Dr. Haşim bo wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî
Salam Serdar serokê Desteya Weberhênanê
Wezîrên PDK:
Îsmet Xalid bo wezareta Perwerde
Kerîm Şingalî bo wezareta Navxwe
Aştî Hewramî bo wezareta Çavkaniyên Xwezayî
Elî Sindî bo wezareta Pilandananê
Wezîrê Şaredariyan hê nehatiye diyarkirin
Wezîrên Komela Îslamî ya Kurdistanê:
Ebdulsetar Mecîd bo wezareta Çandiniyê
Ebdulrehman Ebdulrehîm wezîrê Herêm bo karûbarên Jîngehê
Wezîrên Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê:
Selahedîn Babekir bo wezareta Elektrîkê
Nesrîn Seîd bo wezareta Kar û Karûbarên Civakî
Mihemed Hawdiyanî, koordînator navbera Hikûmet û Parlamentoyê de
Ekrem Mihemed berpirsê Fermangeha Rêxistinên Nehikûmî


