Cîhan

DAÎŞ Musil vegirt

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji ber şerê di navbera DAÎŞ û hêzên ewlekariya Iraqê de, avahiyên xwe li Mûsilê vala dikin. Xelkê Mûsilê jî ber bi Hewlêrê ve direvin.

Şeva borî şerekî giran navbera artêşa Iraqê û çekdarên DAÎŞê li bajarê Mûsilê derket û ew şer heta îro sibehê jî berdewam bû. Di şerê şeva borî de çekdarên DAÎŞê dest danîn ser avahiya parêzgeha Neynewayê.

Efserê hêzên pêşmerge Helgurd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku çekdarên DAÎŞê bajarê Mûsilê kontrol kirine û xelk jî milk û malên xwe li pey xwe dihêlin û ber bi Herêma Kurdistanê ve direvin.

Berpirsê ragihandina şaxê 14 ê PDKê li Mûsilê Saîd Memozînî ji Rûdawê re got ku PDK û YNKê avahiyên xwe li Mûsilê vala kirine.

Rêveberê têkilî û hemahengiyê di wezareta pêşmerge de general Helgurd ji Rûdawê re ragihand ku şeva borî çekdarên DAÎŞê dest danîn ser balafirgeha Mûsilê ku 2 balafirên şer tê de hene û dest danîn ser 200 doşkeyan.

Çavkaniyeke ewlekariyê ji Rûdawê re ragihand ku li ser rêya Mûsilê bombeyeke vedayî bi otombîleke artêşa Iraqê de teqiya û 4 kesên Kurd jiyana xwe ji dest dan.

Back to top button