Şoreşgerên Araratê êrîşên DAIŞ şermezar dikin

 

Li her çarperçên Kurdistanê Rojên pir Hesas û dijwar derbas dibin û gelê me rastî êrişên dagîrkerên Kurdistanê û komên çekdar tên.

Dijminên gelê Kurd di mijara firotina nefta Kurdistanê de “ji serxwebûn”a Herêma Kurdistanê û ji ber derfeta ku niha ji Rojavayê Kurdistanê re çê bûye ditirsin .

Çavê dijminan bi azadî û pêşketina Kurdistanê hilnayê û eşkere rejîma Sûryê,Îranê û Malikî dijî gelê Kurd harîkarî  komên terrorîstî yên Daîş dikin.

Em êrîşên rêxistina çete li dijî gelê me bi hovane bi tûndî Şermezar dikin, Ji malbatên kesên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane sersaxiyê, ji birîndaran re jî şîfa xêrê dixwazin.”

Em Bang li hemû partiyên Bakur û Başûr û Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê dikin ku pir ciddî li ser pîlanên dijminên gelê Kurd rawestin.

 

 BIJÎ KURD Û KURDISTAN

 Tevgera Şoreşgerên Araratê

 10/06/2014

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: