Ji pêvajoya serxwebûnê re nebin asteng

  Li  Başûrê Kurdistanê ber bi pêvajoyek gelek taybet ve diçe. Di vê pêvajoyê de helwesta partiyên siyasî, kesayetên kurd û gelên Kurdistana Başûr gelekî girîng e.Li Başûr eve demek e alozî di navbera hinek aliyên siyasî de destpêkiriye. Ji aliyek şerek di eniyek 1050 km dirêj li himber rêxisyina terorist a herî mezin di cîhanê de bi dijwarî tê kirin û ji aliyek din de hewldanên mezin ji bo ji derketina krîza darayî têkirin.Dema ji Bakurê Kurdistanê mirov rewşa Başûr û partiyên siyasî dinirxîne nabê tenê li gora meyla xwe ya siyasî li bûyera binêre. Herweha nabê mirov qalibên îdeolojiya xwe ya teng tenê nirxandina bike.Divê mirov Kurdistana Başûr û ev çend salên dawî û herweha qonaxa şer baş binirxîne. Heyne dîtina rastiyê gelekî zehmet dibe.Niha li vê derê pirs ne pirsa PDK yan jî YNK û aliyek din a siyasîye. Pirsa bingeh pirsa berjewendiyên Kurdistanêye. Pirsa helwestên netewiye.Eger ev herdu xal bingeh bê girtin dê mirov baştir pêşiya xwe bibîne.Li Başûr, heta temamiya Kurdistanê  sinorek û pivanek di siyasetê de peyda dibe. Xeta netewî dibê bingehê vê pîvanê.Li Başûr  pirsa serxwebûnê di rojevê deye. Zeminê  ragihandina dewletek Kurdî di qada cîhanê û herêmê de peyda bûye. Îro Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî pêşengiya vê pêvajoya dîrokî dike û hewldan hemû ji bo ragihandina dewletek Kurdiye.Eger Barzanî zeminê  serxwebûnê nedîtibûya bawer nakim tu cara behsa vê pirsê jî bikira. Lê di van çend salên dawî ev zemîn taybetî di qada cîhanî de dît û serxwebuna Kurdistanê anî rojevê. Dema li  Qesra Spî ev babet li gel serokê Amerika hate gotubêj kirin di cîhanê de pişgiryek peyda bû.Tê zanin ku dewletên ku Kurdistan dagir kirine naxwazin kurd dewleta xwe ragihînin. Lê astenga mezin ya kurda di nava lepên wan deye. Li Başûr taybetî tevgera Goran eşkere li dijê serxwebûna Kurdistanê ye. YNK di vê pirsê de ne zelale. Wek din di serî de PDK û aliyên din yên siyasî serxwebûna Kurdistanê diparêzin û ji bo vê yekê kar dikin.Tê zanin ku Goran rêxistinek pro Iraqîye. Herweha eşkere helwesta xwe li dijê ragihandina dewletek Kurdî ragihandiye.Li Bakurê Kurdistanê Helwesta PKKê di derbarêdewletbûnê de zelale. Li dijê dewletbûna Kurdistanêne. Li Başûr hevalbendê PKKê  taybetî di vê derbarê de yê herî nêzik Goran e.Di vê dema dawide hinek Kurdên Bakur aloziyên di navbera PDKê û tevgera Goran gotubêj dikin û êrîşê siyaseta PDKê dikin. Di bingehê xwe bi şermezarî li dijê dewetbûna Kurda disekinin û şerê PDKê dikin.Hetaev cureyê kurda li Bakur, di qalibê çepitiyek ku toxmê wê li cîhanê nemayî li pirsên netewî Kurdistanê binirxînin ew rastiyê nabînin û her demî dê makumê aloziya kesayeta xwebin. Kurdistana Başûr berbi serxwebûnê ve diçe.Di çerê li dijê DAÎŞê de Pêşmergeyên Kurdistanê bi xwîna xwe sinorê Kurdistanê kifş kirine û diparêzin.Di vê pêvajoyê de  pîvanên siyasetê jî têe guhertin. Xetek gelek zîz dibe sinorê welatparêziyê. Herweha ev xet dibe sinorê dijberî û pişgiriya berjewendiyên netewî.Di vê qonaxa taybet de, em pişgiriya serxwebûna Kurdistanê bikin. Ew ali û hêzên kurd yan jê xwe kurd dibînin eger dijitiya serxwebûnê bikin mahkum kirina wan erkek netewiye.Ji xwe ew di rûpelên dîrokê de jî mehkum dibin.20.6.2016Dara Bilek 

Nerîna min :