Civak
5 çekdarên DAÎŞê xwe radestî Pêşmerge kirin
Çavkaniyekê ji Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand ku, hejmarek ji çekdarên DAIŞê ji bereya başûr-rojhilatê Mûsilê reviyane û xwe radestî Pêşmerge kirine. Îro 20 Hizêranê, çavkaniyekê ji Wezareta Pêşmerge ji BasNews re ragehand: “5 çekdarên DAIŞê li bereya başûr- rojhilarê Mûsilê xwe radestî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kirine.” Herwiha got: “Her 5 çekdarên DAIŞê hatin destgîr kirin û û niha lêkolîn bi wan re tê kirin.” Bê yî ku ti zaniyariyên din derbarê van çekdaran bide. Têzanîn ku di dema dawî de Pêşmergeyên Kurdistanê serkeftinên mezin li derdora Mûsilê pêkanîn û li hin cihan Pêşmerge bi tenê çend kîlometran ji navenda bajarê Mûsilê dûrin.