Nûnerên du welatan serdana Barzanî kir

Li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê  Kurdistanê pêşwaziya şandekî hevbeşa Iraqî û Amerîkî kir ku ji Fale Feyaz Şêwirmendê Asayîşa Neteweyî ya Iraqê û Brett Mcgurg Nûnerê Serok Obama yê hevpeymaniya şerê dijî Da’îş û Stuart Jones Balyozê Amerîka li Iraq û Matthias Mitman Konsolê Amerîka li bajarê Hewlêr û hejmarek ji berpirs û fermandeyên serbazî û emnî yên Iraq û Amerîkayê pêkhatibûn.Di civînê de şanda mîhvan pîrozbahiya serkeftinên Pêşmerge ya li şerê dijî terorîstan li bereya Bakûr û Rojhilata Musilê li Serok Barzanî kirin û bi kurtî rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstan li Felûce û parêzgeha Nînowa û her wiha Sûriye ji bo Serok Barzanî behs kirin.Her li vê hevdîtinê de Şêwirmendê Asayîşa Neteweyî ya Iraqê pesnê rola Serok Barzanî ya li rûbirûbûna gefên mezin û şerê terorîstan de bilind nirxand û daxwaza kûrtirkirina bawerî û hemahengî û karê hevbeş ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê kir û tekez li wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge hevbeşekî rasteqîneya Iraq û hevpeymanane li şerê terorîstan û azadkirina Musilê da û pabendbûna Hikûmeta Iraqê bi îltîzamatên emnî û serbazî ya di navbera her dû aliyan li şerê azadkirina Musilê de dûpatkir.Li beşekî dinê civînê de her yek ji Nûnerê Serok Obama li hevpeymaniya dijî Da’îş û Balyozê Amerîka li Iraqê behsa girîngiya hemahengiya di navbera Herêma Kurdistan û nehiştina astengî û bi şaşî têgihîştinên di navbera wan de kir. Her wiha palpiştî û piştevaniya welatê wan ji bo hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqiyan li şerê dijî terorîstên Da’îş de dûpat kir.mb amerikaLi beşekî dinê civînê de Serok Barzanî ji bilî balkişandina wê yekê ku Da’îş dijminê hevbeşê hemû aliyeke, pîrozbahiya serkeftinê li hêzên Iraqiyan ya li şerê Fellûce kir û ragihand ku ewlewiyeta serekî ya Herêma Kurdistanê şerê Da’îşe. Her wiha hemahengiya di navbera Herêma Kurdistan û Iraq û Amerîka bi pêwîst zanî ji bo yek alîkirina giriftan û têkşikandina terorîstan û eve jî xisterû ku li karê hevbeş da pêwîste li nîgeraniyên hevdû têbigihin û li ber girtina şaşiyan jî bo muameleya li gel pêşhatan dibê sedema kûrtirbûna giriftan.Li vê civînê de tekez li hebûna plana hevbeşa siyasî û emnî û serbazî ya azadkirina Musil û qonaxa piştî azadkirina Musilê kir û behsa kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexda ya di derbarê neft û giriftên aboriyan kir.Li vê civînê de Mesrûr Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê û Kerîm Sincarî Wezîrê Navxo û Wezîrê Pêşmerge bi Wekalet û Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadebûn.

Nerîna min :