Ji milyonekî zêdetir geştiyar, serdana Kurdistanê kirine
Desteya Geştuguzariya Herêma Kurdistanê eşkere kir ku li şeş mehên destpêka îsal de yek milyon zêdetir geştiyar serdana Kurdistanê kirine û îsal jî ji salên berê bi standardekî cîhanî pêşwazî li geştiyaran tê kirin.
Li vî derbarî de Nadir Rustî Berpirsê Desteya Geştuguzariya Herêma Kurdistanê ragihand Birêveberiyên Geştuguzariya Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Germiyan îsal amadekariyeke berfireh kiriye. Lîjneyên wan ji bazinên van bajaran jî dabeş kirina şîrînî û avê pêşwaziyê li geştiyaran kirine û her wiha buroşur jî belavkirine ku rênimayiyeke tevahî li ser cihên geştiyariyan bêkirin û navnîşana hotel û motel û hwd têda heye.
Rustî got: Îsal ji salên berê cûdatir bi awayeke serdemiyane amadekarî hatine kirin û me rêberê elektronî ji bo geştiyaran amade kiriye ku dikarin li ser telefona desta dabezînin û paşê bi bê înternet bikarbînin ku rênimayiyeke 600 cihên geştiyarî li xwe digrê ku ji hotel, cihên dîrokî, havîngeh, bazar, mall û çendîn cihên dinê taybet bi geştiyarî pêkhatiye.
Her wiha Nadir Rustî got: Em pêşbînî dikîn hejmara geştiyaran zêde bê, li şeş mehê destpêka îsal yek milyon û dû sed hezar geştiyar serdana Kurdistanê kirine ku bi beramberî li gel şeş mehê sala derbasbûyî sedî 29 zêde kiriye.