Srilanka jî li Kurdistanê nûnerayetiya xwe vedike
Balyozê welatê Srilanka li Iraqê li yekem serdana xwe ya Herêma Kurdistanê radigihîne ku Hikûmeta wan hewl dide nûnerayetiya xwe li bajarê Hewlêr a paytexta Kurdistanê vekin.
Sîomît Nakandla Balyozê Srîlanka li Iraq serdana Fermangeha Pêwendiyên Derveyê Kurdistanê kir û li gel Felah Mistefa Berpirsê Pêwendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê civiya.
Felah Mistefa eşkere kir ku niha 27 welat nûnerayetiya xwe li Herêma Kurdistanê vekirine û Hikûmeta Herêmê jî 14 nûnerayetiya xwe li derveyê welat heye.
Balyozê Srîlanka balkişand li ser wê yekê ku eve yekemîn serdana wî ya Rojhilata Navîn bi giştiye û xweşhaliya xwe bi pêşketina îro ya Herêma Kurdistanê nîşanda û ragihand ku ew wekî Hikumeta Srîlankî kar dikin ku nûnerayetiya xwe li Herêma Kurdistanê vekin.


