Polîtîk

Sedema êrîşan jinavbirina gelê Kurd e

Fermandarê Helebê yê Eniya Cebhet El Ekrad Elai Çeto ragehand ku sedema komkujiyên Cebhet El-Nusra pêk tine jinavbirina gelê Kurd e û got: ‘’Hinek tabûrên Artêşa Azad jî alîkariya El-Nusra dikin û tabûrên din jî bê deng man.’’ Çeto, da zanîn ku hevwelatiyên Girê Spî (Til Ebyed), Til Hasil û Til Eran ji ber ku Kurdin rastî komkujiyê hatine, rêjîm 3 kîlometre dûrî El-Nusra ye lê belê êrîşî wan nekin.

Fermandarê Helebê yê Eniya Cebhet El Ekrad Elai Çeto derbarê sedema êrîşên çekdarên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/Cebhet El-Nusra û hinek tabûrên Artêşa Azad ên dijî Kurdên li Girê Spî (Til Ebyed), Til Eran û Til Hasilê, herwiha daxuyaniya endamê meclîsa leşkerî ya Helebê Ebdulcebar El-Iqêlî ya derheqê jinavbirina Kurdan de, ji ANHA’yê re axifî.

Elai Çeto derbarê sedema wan êrîşan de diyar kir ku çekdarên Dewleta Îslamî û Cebhet El-Nusra ji tabûra Şêrgo Eleybî ya girêdayî Eniya Cebhet El Ekrad jî di nav de hemû ji tabûrên Artêşa Azad in û li herêma Girê Spî (Til Ebyed) xwestin ku xwe bixin bin banê Dewleta Îslamî. Çeto, destnîşan kir ku hinek tabûrên Artêşa Azad di bin zora çekan de daxwaza Dewleta Îslamî qebûl kirine û ketin bin banê dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê û wiha axifî: ‘‘Tabûra me ya li Til Ebyedê daxwaza Dewleta Îslamî ku hebûna Artêşa Azad jî qebûl nake red kir. Me ji van koman re got ku em wek Artêşa Azad qebûl nakin bikevin bin banê Dewleta Îslamî. Gelê me ji bo ku bi azadî bijî dest bi şoreşê kir, ne ji bo careke din bê îrade bijî.’’

Çeto, da zanîn ku piştî li Girê Spî (Til Ebyed) çekdarên Îslamî û hinek tabûrên Artêşa Azad êrîşî navendên Eniya Kurdên Til Eran û Til Hasil kirin, ew ne ketin bin banê wan û wiha pêde çû: ‘’Ne tenê li Girê Spî, li Til Hasil û Til Eran jî êrîşî navendên me kirin. Dema me bersiva êrîşên wan da, êrîşî sivîlan kirin, komkujî pêkanîn, malên welatiyan talan kirin, teqandin û bisedan sivîl revandin.’’

Li ser pirsa gelo Eniya El Ekrad çawa hatiye sazkirin û bingeha xwe ji ku digire Çeto got: ‘’Piraniya şervanên Eniya El Ekrad ji Kurdan pêk tên. Lê Turkmen û Ereb jî di nav me de cîh digirin, me navê Eniya El Ekrad bikar anî ji ber ku hêzên rêjîmê li aliyekî û hêzên mixalefetê li aliyê din hebûna Kurdan qebûl nedikirin. Armanca me ew bû ku her kes bizane Kurd jî li dijî rêjîmê ne û ji bo hilweşandina rêjîmê şer dikin. Destpêkê em gelek tabûrên cûda bûn. Di 22’ê çileya 2013’an de me têkilî bi hevre danî û me Eniya El Ekrad ragihand. Di 7’ê Adara 2013’an em bi awayekî fermî tevlî Meclîsa Leşkerî ya Artêşa Azad li Helebê bûn.’’

Derbarê tehdîtên endamê meclîsa leşkerî ya Artêşa Azad li Helebê Ebdulcebar El-Iqêlî de jî Çeto wiha axifî: ‘‘Daxuyaniya Ebdulcebar Iqêlî ne di xizmeta şoreşa gelê Sûriyê de ye, tenê perçebûnê di nava civaka Sûriyê de zêde dike. Gelek tabûrên Artêşa Azad komkirin û êrîşî navendên me yên li Til Eran û Til Hasil kirin, gotin ku rêjîm tê de bicih bûye. Bi rastî tu hebûna rêjîmê di navendên me de nebû. Ger raste êrîşî rêjîmê dikin waye rêjîm çend kîlometre ji wan dûre, rêjîm li Waha û Mamil Dîfai heye, bila êrîşî wir bikin. Hêza xwe kirin yek û êrîşî gelê Kurd kirin û komkujî pêk anîn. Hinek tabûrên Artêşa Azad dema rastiya êrîşê zanîn xwe paşve kişandin, lê çekdarên El-Nusra û alîgirên wan komkujî pêkanîn û hevwelatiyên sivîl kuştin.’’

Derbarê çarenûsa welatiyên sivîl ku ji aliyê çekdarên Dewleta Îslamî/El-Nusra de hatine revandin Çeto, diyar kir ku hê zêdeyî 200 sivîlên Kurd li cem çekdarên dewleta Îslamî û El-Nusra girtîne û got: ‘‘Sivîl li cem El-Nusra girtîne û tabûrên Artêşa Azad heta niha bêdeng in.’’

Li ser pirsa gelo çima komkujî pêk anîn Çeto wiha axifî: ‘’Armanca komkujiyên wan jinavbirina gelê Kurd e. Hinek tabûrên Artêşa Azad alîkariya El-Nusra kirin û tabûrên din jî bê deng man. Ji ber ku Kurd in lewre rastî komkujiyê hatin, rêjîm 3 kîlometre dûrî wane lê belê êrîşî Kurdên sivîl kirin.’’

Back to top button