CivakRojev

Ji hunermendê Elezîzê diyarîyek watedar

 

Hunermend Fatîh Bakir (36) ê ji bajarê Elezîz ê Bakurê Kurdistanê, bi dar û pelên zêrîn tabloyên mezinên Kurd çêkir û ev tablo ji ber ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkarîya mexdûrên erdhejê kiribû, wek diyarî radestî rayedarên Hewlêrê kir. Ji ber yekem welatê ku alîkarîya mexdûrên erdheja Bakur kir Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû, Bakir spasîya Herêma Kurdistanê.

Hunermend Fatih Bakir, li Hewlêrê, berhemên rêberê gelê Kurd ku di nav wan nemir Mele Mistefa Barzanî û Serok Mesûd Barzanî jî hebûn, radestî Dezgeha Alîkarîya Barzanî û Rêveberîya Muzexaneyan kir.

Bakir diyar kir ku ew li Tirkîyê hunermendekî dewletê ye û wiha dewam kir: “ Ji bo ku alîkarîya mexdûrên erdheja li Tirkîyê (Bakurê Kurdistanê) kirine bi taybet em spasîya Serokê Weqfa Alîkarîya Barzanî ya bi navê Musa Ehmed, Mesûd Barzanî, Mesrûr Barzanî, Nêçîrvan Barzanî dikin û silavên xwe pêşkêş dikin”.

 

Back to top button